Jin biryardar in ku têbikoşin

Piştî ku Tayyîp Erdogan Peymana Stenbolê betal kir jinan kuçe bernedan û diyar kirin çi dibe bila bibe heta ku ew biryarê bi paş ve bidin standin wê bi hemû hêza xwe têbikoşin.

Li dijî vekişîna ji Peymana Stenbolê ya bi biryarnameya Tirkiyê dijberiya jinan her ku diçe zêdetir dibe. Piştî ku biryara vekişandinê hate ragihandin jinan kuçe bernedan û biryardar in heta ku biryarê bi paş ve bidin kişandin li ber xwe bidin.

Ji jinan Nîlgun Uzun Uluocak di çalakiyan de ya li dijî fesihkirina Peymana Stenbolê li pêş e. Uluocak diyar kir bi feshkirina peymanê careke dî diyar bûye ku AKP jinan nasnake û got, ''Em ê jî kuçeyan bernedin û bibêjin, em jî dev jê bernadin.''

Uluocak got bi vekişandina ji peymanê kuştina jinan, tacîz û tecawiz tê pejirandin AKP bi vê biryarê jiyaneke paşverû û muxafazkar diwaze. Uluocak got bi çalakiyên xwe wan polîtîkayên AKP'ê yên paşverû û pişaftiniyê zêde nedane bihîstin û armanca wan ji çalakiyan ew e ku hemû jinan li ser vê mijarê hişyar bikin.

Ayla Mamatî jî ku li dijî biryara vekişîna ji peymanê kuçe bernade got ev biryar ji bo wan ti hikmê xwe nîne û got, ''Tayyîp Erdogan bi vê biryarê hem peyamê dide girseya xwe û hem jî tarîkatan.''

Mamatî ya 62 salî diyar kir wê ti caran serdemeke wiha tarî neditiye û got, çi dibe bila bibe jin wê bi paş ve gav neavêjin, kuçeyan bernedin û heta ku biryarê bi paş ve bidin kişandin ew ê têbikoşin.

Çalakger Umran Serhan jî diyar kir ku ew ê vê biryarê qebûl nekin, AKP bi vê gavê civakê li hev sor dike û hesêb dike ku wiha desthilata xwe bidomîne. Serhah her wiha diyar kir hemû desthilatên paşverû zextê pêşî hewl didin ku li ser jinan geş bikin lê ev gaveke beleheq  e, Peymana Stenbolê destkeftiya jinan e û bir biryarnameyekê nikare were feshkirin.