Du girtiyên jin ji Gebzeyê sirgûn kirin

Girtiyên jin ên bi navê Hacer Halîmyûsûf û Ardil Çeşme yên li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tên ragirtin, sirgûn kirin.

Hatîce Arat a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin bi rêya telefonê li gel malbata xwe axivî û bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan. Arat anî ziman ku tevî ku testên wan Covît-19 jî derketine, lê vîtamînan nadin wan û got: “Em 14 kes xistine nava odeyekê û derî li ser me girtiye. Me wisa hiştine. Me lîmon xwest, gotin ‘nîne’.”

Arat anî ziman ku tevî şewbê jî sirgûn tên kirin û got: “Em tên tecrîdkirin û sirgûnkirin. Her tiştî bi kêfî dikin. Hevalên me Hacar Halîmyûsûf û Ardil Çeşme ji Gebzeyê sirgûnî girtîgehek din kirin. Hacer nû ji şewbê rizgar bûbû. Bang dikin ku her kes bikeve tevgerê û bibe xwedî helwest.”

Arat destnîşan kir ku girtî di grevê de çalakiya xwe didomîne, diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya xwe bidomînin.