Destgîrkirinên li Amedê hat şermezarkirin

Bi mebesta protestokirina destgîrkirina 22 jinên li Amedê ku di nava wan de rojnamevan Bêrîtan Canozer jî hebû, çalakiyek hate lidarxistin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatibû destpêkirin de 22 jin ku di nava wan de nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer jî hebû hatin destgîrkirin. Bertekên li hemberî wê didomin.

Platforma Ked û Demokrasiyê bi çalakiya ku li ber şaxa No 1 a Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) lidar xistinî de destgîrkirinên li hemberî jinan protesto kir.

Gelek jin tevlî çalakiya ku tê de pankarta “Hûn nikarin têkoşîna jinan asteng bikin” û dirûşmeyên “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaat nakin” û “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin bûn.

Sekretera Jin ya Şaxa No 2 ya Egîtîm Senê Songul Canşîmşek daxuyanî xwend.

Çanşîmşek di daxuyaniyê de da zanîn ku desthilat li şûna ku di pêvajoya pandemiyê de di hizra tendirustî, aborî û perwerdeya gel de be û çareseriyan pêş bixe, di nava hewldanên berewajî vê yekê de ye. Her wiha bal kişande ser pêşketina siyasetên zext, destgîrkirin, girtin û ji kar avêtina li ser kesimên muxalif.

Songul Canşîmşek di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku jin neçar kirin ku berdêla herî giran a pêvajoyê bidin û got: “Di demekê de ku ji kar avêtin, têkoşîna li dijî hejariyê û cînayetên jinan her ku diçe zêde dibe, hikûmet ji aliyekê ve êrîşî jinan dike û hewl dide bi şkandina vîna jinê, çanda îtaatkirinê ya ji mêr û desthilatê pêş bixe, her wiha hewldide ku çi qadê ku jin vê dengên xwe lê bilind bikin tune bike. Hevalên me yên jin ên ku li dijî vê zext, êşkence û tirsandinê serî hildan destgîr dike, êşkence dike, digire û ew ji kar derdixîne.”

Canşîmşek bibîr xist ku hikûmetê destkeftiyên jinên Kurd desteser kiriye û ragihand ku armanca wan tecrîdkirina jinan a ji qada civakî ye.

Songul Canşîmşek wiha dawî li axavtina xwe anî: "Em di serî weke jin û hemû kesimên demokratîk, careke din qêriyan ku em ê li hemberî polîtîkayên zext û gefê yên ku bi armanca xwe li ser lingan girtinê ya ji aliyê hikûmetê ve têne ferzkirin serî netewînin û em ê dest ji têkoşîna xwe ya li her cihî bernedîn. Em dixwazin hevalên me yên ku ji bo azadiya jin û civakê têkoşiyane tavilê bên berdan û em diyar dikin ku heya ew azad nebin emê dest ji têkoşînê bernedin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.