Rojnamevanên jin nerazîbûn nîşanî destgîrkirina Canozer dan

Jinên rojnamevan nerazîbûn nîşanî destgîrkirina hevpîşeya xwe Bêrîtan Canozer dan, bal kişandin ku dijminahiya desthilatê ya li jinan û Kurdan zêdetir bûye.

Polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan û Komeleya Jinan a Rosayê ya li navçeya navendî ya Peyasa Amedê de girtin. Polîsan piştî lêgerînên li malan 22 jin destgîr kirin. Ji bo dosyaya lêpirsînê biryara nepen hat dayîn. Hat zanîn ku parêzeran derbarê sûcdariyên muwekîlên xwe de tu agahî bi dest nexistine. Di nav jinên hatin destgîrkirin de nûçegihana JinNewsê Bêrîtan Canozer jî cih digire. Polîsan bi ser mala Canozer a li navçeya Rezan a Amedê de girtin û tiştên malê belav kirin. Polîsan dest danî ser gelek pirtûk û materyalên dîjîtal. Hevpîşeyên Canozer ên xebatê, banga piştevaniyê li rojnamegeran kirin û xwestin Canozer bê berdan.

Edîtora JinNewsê Gulşen Koçûk diyar kir ku ev operasyonên ku di encama polîtîkayên AKP’ê û MHP’ê de pêk hatine, ne operasyona ewil e û wiha got: “Dema gotûbehs dibe têkoşîna jinên kurd, ev dijminatî zêdetir dibe. Heke îtîraza we li pergala zilam hebe, desthilata zilam we hedef digire. Di operasyonên li dijî jinan de rojnamegerek jî li dosyaya lêpirsînê tê zêdekirin û bi vî awayî rojnamegertiya jinan dikin armanc."

Koçûk bi bîr xist ku Canozer beriya niha jî bi hêceta “kelecan” bûye hatiye girtin û wiha axivî: “Bêguman Bêrîtan rojnamegerî kir û hêj jî rojnamegeriyê dike. Dibe ku ev êriş berdewam bikin lê em ê jî rojnamevaniyê berdewam bikin ku hişmendiya zilam bi pênûsê xwe û bi kadraja xwe teşhîr bikin.”

Nûçegihana Jinnewsê Gulistan Azak jî bertek nîşanî destgîrkirina hevpîşeya xwe Canozer da û wiha got: “Roj naçe ku em agahiya binçavkirina hevalên xwe nebihîsin. Îro bi hempîşeya me re gelek jin li bajêr hatin binçavkirin. Em bi qirqireneke jinan re rûbirû ne.”

Azak da zanîn ku ev êrîş li ser têkoşîna jinan tên kirin û got: “Zextên li ser rojnamegerên jin ji têkoşîna zayendî nikare bê cudakirin. Em weke rojnamegerên jin, em ê têkoşîna xwe ya jinan bidomînin.  Em banga piştevaniyê li hemû rojnamegerên jin dikin. Têkildarî vê rewşa nebaş divê rojnameger û rêxistinên jinan bi hev re deng derxînin.”