Dayikên Aştiyê: Em dengê xwe bilind bikin, wê tecrîd bi dawî bibe

Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbol, banga xwedîderketinê li berxwedana girtiyan kir û got: “Em bibin deng, wê dawî li tecrîdê bê.”

Însiyatîfa Dayikên Aştiyê bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 126’an de didomîne, serdana Platforma Komeleya Rojhilat-Başûrê Rojhilat, Federasyona Komeleyên Êlihê (BADEF) û Komeleya Çavdêriya Koçberan (GOÇÎZDER) kirin.

Endama Îsiyatîfa Dayikên Aştiyê Guler Bugdayci ya di serdana li gel Komeleya Rojhilat-Başûrê Rojhilat de axivî got: “Divê êdî em bibin deng. Em çiqasî bibin deng, wê ewqas lez daxwaz bên qebûlkirin.

Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrê Rojhilatê Abdulhakîm Daş jî axivî û got: “Kekê Birêz Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan a bi dozger re hevdîtin kirin, li dijî qanûnê ye. Ev yek dide nîşandan bê ka tecrîd ji bo çi hatiye danîn. Divê weke gel em tiştekî bikin. Divê xwedî li girtiyên siyasî derkevin, an jî wê dewlet qed dawî li tecrîdê neîne.”

Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Hîkmiye Onel jî got: “Em naxwazin êdî agahiya mirinan bigirin” banga xwedîderketinê li berxwedana girtiyan kir.

Dayik piştre serdana GOÇÎZDER kir.