TJK-E'yê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Ocalan pîroz kir

TJK-E'yê bi daxuyaniyeke niviskî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, ''4'ê Nîsanê di serî de li Rêbe Apo, li hemû mirovahiyê, li gelê me û jinan pîroz be.''

TJK-E'yê diyar kir 4'ê Nîsanê ne tenê bûyina fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û domand, ''Em jinên Kurdistanê 4'ê Nîsanê weke bûyina me hemûyan, mirovahiyê, hemû nirxên azadiyê yên li ser xaka Kurdistanê, hebûna wan û birihbûna wan qebûl dikin. Bûyina Rêber Apo weke bûyina heqîqetê, dadê qebûl dikin.''

Bi berdewamî TJK-E'yê got, ''Em 4'ê Nîsanê bûyina civaka demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê, di serî de li Rêber Apo, hemû mirovahiyê, gelê me û jinan pîroz dikin.''

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) got, ''Di serî de em jinên Kurd, hemû jin, kedkar û gel sond dixwin ku bi Rêber Apo re li dijî vê pergalê têkoşîna xwe geş bikin. Em vê soza xwe didin zarên leheng ên gelê me ku roja bûyinê ya 4'ê Nîsanê li çiyayan, zindanan bi berxwedanê pêşwazî dikin û pîroz dikin. Li dijî êrîşên qirkirinê bi Rêber Apo re em ê her roja xwe bi çarçoweya pêngava ''Dema Azadiyê ye'' bi rihê 4'ê Nîsanê bikin roja vejînê.''