Meclîsa Jinê ya HDP'ê ji bo Peymana Stenbolê serî li Dadgeha Şêwirmendiyê da

Meclîsa Jinê ya HDP'ê ji bo betalkirina biryara vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê serî li Dadgeha Şêwirmendiyê da.

Meclîsa Jinê ya HDP'ê (HDP), ji bo betelkirina biryara feshkirina Peymana Stenbolê, serî li Dadgeha Şêwirmendiyê ya Dewletê da. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, berî serlêdanê li ber dadgehê daxuyanî da çepemeniyê. Acar bal kişand ser biryara betalkirina Peymana Stenbolê û wiha axivî: "Îro li dijî bêhiqûqiyê, ji bo ku em bibînin wê daraz helwestek çawa nîşan bide, li vê derê ne. Berdevkên desthilatdariyê saleke, destketiyên jinan kirine hedef. Yek ji van destketiyan jî, ya herî girîng Peymana Stenbolê ye."

Başaran bi dewamî got: "Serokê Giştî yê AKP'ê, nîvê şevê bi darbeyê ji peymanê vekişiya. Peyman ne hewa desthilatdariyê ye ku bavêje jinan. Di encama têkoşîna hevpar a jinan de, mafekê ku hatiye qezenckirin. Em di wê baweriyê de ne ku hîna jî, hiqûqnasên baweriya wan bi hiqûqê tên hene. Lê ev têkoşîn, ne tenê têkoşîna hiqûqiyê. Jin bi rojane li kolan û qadane. Em jî li Meclîsê têkoşîna vê yekê didin. Em ê tu carî gav neavêjin."

Meclîsa Jinê piştî daxuyaniyê bi parêzerên partiyê re, derbasî avahiya Dadgeha Şêwirmendiyê ya Dewletê bû û serlêdan kir.