Viyan: Em ê sedsala 21'ê bikin sedsala azadiya jinê

Endama Koordînasyona KJAR'ê Peyman Viyan diyar kir ku di pêşketina Tevgera Azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jinan bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengtiyek mezin kirin û wê bikin jî.

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan bersiv da pirsên ANF’ê. Peyman Viyan bal kişand ser girîngiya rol û pêşentiya jinan a di pêşketina Tevgera Azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û bi taybetî têkoşîna azadiya jinan. Viyan bi berfirehî behsa çawaniya mezinbûna PJAK'ê û rêxistinbûna jinê dike, ya ku îro xwe di çarçoveya sîstema KJAR'ê de bi rengekî xweser bi rêxistin kiriye.

4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd û di heman demê de salvegera damezrandina PJAK'ê ye. Rola jinê ya di pêşxistina xebatên PJAK'ê ku gihiştiye heya roja me ya îro çiye?

Roja 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo di serî de li Rêber Apo, gelên azadîxwaz, bi taybetî li gelê Kurd û li jinan hemûyan pîroz dikim. Weke tê zanîn roja 4’ê Nîsanê wek rojbûna Rêber Apo, di heman demê de rojbûna Kurdê azade û her wiha roja vejîna gelekî ye. Gelê Kurd di wê rojê de ji nûve zindî bû, hate dinê û carek din xwe nas kir. Dîsa bi taybetî wek jinên Kurd û jinên azadîxwaz, di vê rojê de zindîbûn û bi hebûna xwe hesiyan û vîna azad di kesayetiya xwe de ava kirin. Ji ber wê ev roj ji bo giştî gelê Kurd û bi taybetî gelên azadîxwaz roja vejînê û ji nûve ji dayîkbûnê ye. Ji ber ku ev roj bû hêvî û dîtinek nû û bû fikir û felsefeyek nû ku carekî din gelekî ku di bin zext, êrîş û şert û mercekî faşîzm de ji hebûna xwe dûr ketibû, di vê rojê de carekî din zindî kir. Bi rastî jî ji bo giştî gelan û bi taybetî jinan bû hêviyek nû. Carek din em vê rojê di vê wateyê de li hemûyan pîroz dikin. Di heman demê de weke ku me gotî ev roj ku mîna ronahî û hêviyek ji bo her çar perçeyên Kurdistanê ye, di vê rojê de Partiya Jiyana Azad a Kudistanê (PJAK) hat damezrandin ku 17 sal li pey xwe hiştiye. Li ser vê bingehê salvegera damezrandina PJAK’ê li hemû gelê Kurd, bi taybetî yên Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê pîroz be.

Bêguman fikir û felsefeya Rêber Apo ku hemû sînor şkandiye, ruhê neteweyî ava kir, li hemû beşên Kurdistanê belav bû û bû malê hemû Kurdan, ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî mîna ronahî û hêviyekê bû. Ji ber ku em dizanin li Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî piştî ku ew partiyên ku derketin yan jî têkoşînên gel ên pêşketinî hatibûn serkut û bêdengkirin, êdî li Rojhilatê Kurdistanê jî cemidandinek çêbibû. Lê fikir û felsefeya Rêber Apo careke din hêvî û zindîbûnekî nû ji bo Rojhilatê Kurdistanê çêkir. Ev yek ji beriya damezrandina PJAK’ê jî bi taybetî danasîna fikir û ramanên Rêber Apo ya di nav bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû hêviyeke nû. Li Rojhilatê Kurdistanê piştî ewqas zextên ku li ser gel hatibû ferzkirin û bêdengiyek kûr di nava gel de çêbibû, lê bi naskirina ramanên Rêber Apo jin, ciwan û gel careke din zindî bûn. Ew ruhê şoreşê careke din zindî bû. Weke mînak mirov dikare bêje ku piştî dîlgirtina Rêber Apo, carekî din ev ruhê şoreşê ku li Rojhilatê Kurdistanê bi fikrê Serok Apo ava bibû zindî bû û xwedîderketinek giştgîr a li Rêber Apo çêbû. Ji ber ku di wî fikrî de hebûna xwe didîtin. Piştî wê êdî bi dehan û sedan ciwan û jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê tevlî Tevgera Apoyî bûn. Wan ev fikir ji xwe re hilbijartin, ji ber ku tenê di vî fikrî de rizgariya xwe didîtin.

Tevlîbûna ref bi ref ya ciwan û jinan a di nava Tevgera Apoyî û xwe rêxistinkirina gel a li Rojhilatê Kurdistanê û hişyarbûn û avabûna ruhê neteweyî, bû sedem ku wek çirûskek di nava her bajar û malekê yê Rojhilatê Kurdistanê de carekî din pêkeve. Di vê çarçoveyê de bi vê fikr û felsefeyê ve sala 2004’an PJAK hate damezrandin ku weke partiyek yê taybet ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê bixebite hat avakirin. Bê guman li wir mirov dikare bêje ku tişta herî girîng ya piştî sala 2000 û dîlgirtina Rêber Apo, paradîgmayek nû bû ku pêşkêşî hemû gelan kir. Paradîgmaya neteweya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin bû. Lingê herî bingehîn ê vê paradîgmaya Rêber Apo azadiya jinê bû. Di wan salên ku ev paradîgmeya nû ya Rêber Apo pêşkêşkirî û weke mêyzandinek nû dihat nîqaşkirin û di vê çarçoveyê de pêşveçûn çêdibû de damezrandina PJAK’ê xwedî girîngiyekî mezin bû. Hem di rojbûna Rêber Apo hate damezrandin û hem jî di çarçoveya paradîgmaya nû ya li ser 3 lingên bingehîn xwe rêxistin dike, PJAK’ê jî hewl da ku li ser hîmê vê paradîgmayê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kar bike. Ev yek pir girîng bû. Ev fikrê klasîk û yê kevin ku di mejiyê Kurd de hatibû avakirin bi paradîgmaya nû re careke din hate şkandin û PJAK’ê bi damezrandina xwe ya li ser bingehê vê paradîgmayê û ramanên Rêber Apo êdî li Rojhilatê Kurdistanê û ji bo hemû gelên li Îranê xebitî.

Çawa ku me got bi derketina Rêber Apo re zindîbûn û hêviyek nû li Rojhilatê Kurdistanê çêbû, bêguman bi damezrandina PJAK’ê re jî li ser esasê ku wê gel çawa xwe rêxistin bike, wê gel çawa bi hevre bijîn, têbikoşe, rêxistinek çawa pêwîste û di kîjan paradîgmayê de bixebitin, êdî rêxistinbûnek nû ji bo Rojhilatê Kurdistanê destpê kir. Ev ked û têkoşîna gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi salan dabû, PJAK’ê bi damezrandina xwe careke din bi ramanên Rêberê Apo hewl da ku rêxistin û di her hêlî de kar bike, wate hewl da ku bibe bersiva herî baş ji bo têkoşîn û berdêlên ku gelê me li Rojhilatê Kurdistanê bi salan dabû. Bêguman ev yek bi rengekî pir germ ji aliyê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin. PJAK ji wê rojê heya niha li ser vê bingehê kar dike.

Jin bi çi rengî tevlî bûn, yan jî para wan di van pêşketinan de çi ye?

Niha eger em behsa jinê bikin ku beşek bingehîn a PJAK’ê ye, çawa ku me got ku yek ji lingê bingehîn ê paradîgmaya Rêber Apo jin e, lewma PJAK’ê jî xwe li ser vî esasî li Rojhilatê Kurdistanê xwe bi rêxistin kir. Li Rojhilatê Kurdistanê ezmûn û têkoşîneke jinan hebû, lê ew yek her tim di bin hişmendiya zilamsalarî de mabû, yan jî bibû qurbanê hizra klasîk a partîgerayî û ya sîstemê di nava civakê de ava kiribû. Yek ji gavên ku PJAK’ê ji bo rêxistinkirina jinan avêtî şkandina wê hizra klasîk û paşketî û hişmendiya ku sîstem li ser civakê ferz dike bû. Ji bo rêxistinkirina jinan ya bi pêşengtiya jinê ji bo avakirina civakekî wekhev û azad xwe li ser vê paradîgmayê rêxistin kir. Ew yek li Rojhilatê Kurdistanê ji bo jinan û bi taybetî ji bo jinên ciwan kelecanek pir cidî avakir. Ji ber ku hebûna xwe di nav de didîtin. Mirov dikare bêje ku ji beriya damezrandina PJAK’ê jî bi taybetî hevalên ku li wê derê kar dikirin, kedek mezin dan û fikrê Rêber Apo belavkirin ku bû sedem hişyariyek mezin çêbibe. Piştî PJAK hat damezrandin, wê demê jî di nava PJAK’ê de jinan xwe weke Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (YJRK) xwe rêxistinkirin. Mirov dikare bêje ku tevgera jin xwe bi navê YJRK di nava PJAK’ê de bi taybetî xwe di çarçoveya kar û xebatên jinan de rêxistin kir. Di aliyê perwerdekirin, tevlîkirina jinan ya di nava tevgera azadiyê de û di aliyê xwe naskirina jinan de bê guman YJRK’ê di nava PJAK’ê de xwe rêxistin kir û di vê çarçoveyê de kar û xebat birêve bir. Ji bo vê yekê pir berdêl û şehadet çêbûn, lê bi her şehadetekê ve rêxistina jin ya li Rojhilatê Kurdistanê mezintir bû û gavên hê xurttir avêtin. Mînak sala 2008’an dema hevala Şîrîn (Şîrîn Elemhûlî) çû Rojhilat û hate girtin, berxwedaniya hevala Şîrîn ya di nava girtîgeha Îranê de bû ku mohra xwe li giştî cîhanê da. Ji ber ku weke keçekê ku xwe bi ramanên Rêber Apo perwerde û rêxistin kiribû, di nava gitîgehê de hevala Şîrîn bi berxwedaniya xwe ve ev berxwedaniya jinên Apoyî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir. Ev bû sembol ji bo giştî jinan. Berdêlekî mezin bû, ev yek hem li ser jinên Rojhilatê Kurdistanê bandor kir û hemî jî di girtîgehê de li ser giştî jinên Îranê bandor kir, wate bandorek welê cidî li wan dikir bê ka ew kesane bi çi fikr û felsefeyekê xwe perwerde kirine ku ewqas di astek jor de berxwedanî dikin û li hemberî hişmendiya jinkuj û dijî jin ê rejîma Îranê disekinin. Mirov dikare bêje ku di şexsê hevala Şîrîn de girtîgeh bû qada têkoşîn û berxwedanê. Piştî wê dîsa rêheval Zeyneb (Celaliyan) hate girtin, ku berxwedanî wek jinên Kurd û fikrê Apoyî  berdewam kir, êdî kir ku di jinan de çandek a berxwedanê pêşbikeve, çandek ya sekinandina li hemberî hişmendiya dagirker ê rejîma Îranê derkeve pêş. Di şexsê wan hevalan de berxwedana jinan careke din zindî bû, jinan ev yek dîtin û xwedî lê derdiketin.

Ev kar û xebat weke YJRK di nava PJAK’ê de berdewam kir. Bê guman tenê bi Rojhilatê Kurdistanê ve sînordar nema, belkû hem di asta netewî û hem jî di asta giştî Îranê de bi vê fikr û felsefeyê di asta giştî û jin de kar bikin. Hevalên me heya nava bajarên Îranê jî çûn da ku di nava gelên din de kar bikin û vê fikr û felsefeyê bidin naskirin. Ji ber ku ev fikr û felsefe ne tenê ji bo Rojhilat, ji bo rizgariya hemû gelên Îranê ye. PJAK’ê jî di vê çarçoveyê de kar û xebatên xwe da meşandin. Ev xebatê jinan heya niha berdewam dike, bi taybetî sala 2014’an Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) jî li ser vê berhem, berdêl û ezmûnên ku bi salan li Rojhilatê Kurdistanê hatibû bi destxistin hate damezrandin. Êdî KJAR wek sîstemekî konfedral ji hemû jinên Îranê re hate pêşkêşkirin. YJRK’ê ked û berdêlek mezin dabû û êdî pêwîst dikir ku sîstem xwe berfirehtir û xîtabê hemû jinên Îranê bike. Li ser hîmê wê ked û berhemên ku bi dehan hevalên me yê şehîd avakirinî, KJAR hate damezrandin. Ji ber ku em dizanin, şerên ku berê li dijî rejîmê hatin meşandin ango yek ji wan şerê sala 2011’an a li Qendîlê pêkhat bû ku bi wê derbeyek mezin li rejîma Îranê hate xistin. Berxwedaniya Qendîlê deng veda. Li wir yê herî zêde berxwedanî û pêşengî kir, bê guman rêheval Simko ye, di heman demê de dîsa yên herî zêde berxwedanî û pêşengî kirin bi dehan rêhevalên me yên jin bûn. Ew yek bû sedem ku gelek destketî çêbibe û li gorî vê jî hevceyî bi sîstemekî hîn berfirehtir heye. Ji bo vê yekê jî di sala 2014’an KJAR û di heman wextê de KODAR hatin damezrandin. Ev yek bû bingehek ku di vê çarçoveyê de em bikarin jinan rêxistin bikin. Êdî li hemû bajar, gund û malan de bi vê fikr û felsefeyê û bi keda ku rêhevalên me yên şehîd dayîne em wê rêxistin bikin û bidomînin. Bê guman ev yek wek sîstemek konfedral xebatên xwe li hemû bajarên Rojhilat û Îranê de birêve dibe. Di 2014’an de sîstema hevserokatiyê li Rojhilatê Kurdistanê hate avakirin, ev yek gavekî herî mezin bû. Wekheviya di navbera zayendan de hate çêkirin û êdî di her aliyê de temsîla jin heye ango êdî jin di siyaset, şer û civakê de pêşenge. Ev sîstem ji bo giştî jinan, civakek wekhev û wekheviya di navbera jin û mêr de bû hêviyek ku li Rojhilatê Kurdistanê bi şêwazekî pir germ hate pêşwazîkirin. Li ser vê esasê kar û xebatên hem wek hevserokatî ku jin di hemû astê de cihê xwe digre û hem jî wek sîstema konfedral dengvedane pir mezin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çêkir.

Ji avabûna PJAK'ê û şûnde, vê yekê bandor û guhertinên çawa li ser jinên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê û giştî Îranê çêkiriye?

Bêguman bi avakirina PJAK û rêxistinkirina jinan re êdî jinên Fars, Azer û ji neteweyên din tevlî vê tevgerê bûn û vê Tevgerê wek rizgariya xwe dibînin. Bi rastî jî ev dibe hêviyek ji bo hemû jinên ku di erdnîgariya Îranê de dijîn. Mirov dikar bêje ku ev careke din bi ji dayîkbûna Rêber Apo re zindî bû, hêvî girtiye û têkoşîn berdewam dike; PJAK jî li ser vî bingehî di vê rojê de hate damezrandin. Niha bi taybetî di hemû qadên têkoşînê de êdî tevger û Hêza Parastina Jin (HPJ) heye ku parastina jinan dike, ewe yekem care ku wek artêşa jin bi rengekî xweser li Rojhilatê Kurdistanê ji bo jinên Îranê tê avakirin. Ev yek hêviyekê dide û her wiha weke sîstemekî konfedral ango KJAR xwe li Rojhilatê Kurdistanê rêxistin dike. Eve berhemê PJAK û fikrê Apoyî bû ku li Rojhilatê Kurdistanê heya niha dewam dike. Wan hemû faktorane dike ku hem her roj tevlîbûna jinan ya nava Tevgera Azadiyê zêdetir bibe û hem jî tevger û vê fikr û felsefeyê bixe malê hemû jinan. Bê guman berhemê wê weke KJAR ku niha kar û xebat birêve dibin, em wek KJAR di vê îdeayê de ne ku hemû jinên Îranê wek Fars, Ereb, Belûç, Azer û Kurd tu ferqek xwe nîne û bi heman hişmendiya qirker a rejîma Îranê re rû bi rû ne, di vê çarçoveyê de bi berhem û ezmûnên ku hatiye avakirin û niha weke KJAR em temsîla vê dikin emê bikaribin di sedsala 21. de hîn zêdetir di çarçoveya fikr û felsefeya Rêber Apo de vê xebatê xwe hîn xurttir birêve bibin û sedsala 21. bikin sedsala azadiya jin. Ev yek jî bi yekgirtin, perwerdekirina jin, bi hevrebûyîna jinan û bi ruhê serkeftina jinan dikare ava bibe. Ji ber wê em li ser vê fikr û felsefeyê bi her awayî hewldidin ku bi taybetî rêxistina jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hîn bêtir xurt bikin. Ger ku îro jinên Fars di girtîgrhê de dibêje Zeyneb mamosteya min a azadiyê ye yanî Şîrîn sembola me ya berxwedaniyê ye, bê guman ev yek nîşan dide ku ev ruhê felsefeya Rêber Apo di şexsê hevala Şîrîn, Zeyneb û bi dehan hevrêyên me yên şehîd de dibe malê hemû jinan. Bi vê îdea û baweriyê ku wê di sedsala 21. de jî hê bêhtir pêşengiya jinê ya ji bo kar a li Rojhilatê Kurdistanê hîn xurttir bibe. Ji ber ku rejîma Îranê baş dizane ku rûxandina rejîmek ewqasî dîktator tenê bi pêşengî û şoreşa jinê dibe. Em jî xwedî vê îdîayê ne ku bi rêxistin, yekgirtin û şoreşa jinê wê sedsala 21. bibe sedsala şoreşa jinê û bidawîbûna hişmendiya netewe-dewlet bi taybetî bidawîhatina rejîma Îranê ya ku dijî jin û dijî hebûna civakê ye.