Li aqûbeta Turkoglû yê dema destgîrkirî ‘winda’ kirin pirîsîn

Dayikên Şeiyê vê hefteyê li aqûbeta Talat Turkolgû yê dema sala 1996’an hate destgîrkirin û ‘winda kirin’ pirsîn. Xwişk-birayên Turkoglû got: “Em dev ji lêgerîna edaletê bernadin.”

Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 836’an de li ser înternetê bi rêya onlîne pêk anîn. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Talat Turkoglû yê di 1'ê Nîsana 1996’an de ji bo dayika xwe bibine çûbû Edîrne û dema vegeriya Stenbolê polîsan ew destgîrkirin û winda kirin pirsîn. Dayikan xwest qujer û faîlên Talat Turkoglu bên dîtin û darizandin. 

Xwişka Turkoglu Munube Turkoglu, diyar kir ku wekî malbat ji bo birayê xwe bibinin li her derê geriyan û çûn her derîyî û wiha got: "Wê demê gelek mirov di bin çavan de hatin windakirin. Windakirina di bin çavan de sûcê mirovahiyê ye. Heta ku emrê me têrê bike emê lêgerin û têkoşîna we berdewam bikin."  

Birayê Turkoglu Hasan Turkoglû jî anî ziman ku ji sala 1996’an heta niha 25 salin li birayê xwe digerin û wiha got: "Tevî hemû lêgerîn û hewldanên me, heta niha me tu agahi bi dest nexistiye. Em ê lêgerîna edaletê berdewam bikin."  

Xwişka Turkoglû Ayşe Baş jî anî ziman ku ji sala 1996'an heta niha lêgerîna wan didome û wiha got: “Rayedar hem kor in û hem jî ker in. Heta niha tu kesî deng û hawara me nebihist. Bersiv nedan hawara me. heta ku hemû winda bên dîtin lêgerîna me dê bidome. Divê kujer û faîl bên darizandin û cezakirin. Tenê daxwazek me heye. Em dixwazin winda bên dîtin û faîl bên cezakirin." 

Xwişka Turkoglû Fatma Turkoglu jî anî ziman ku heta hemû winda bên dîtin û faîl bên cezakirin wê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Parêzera malbatê Gulizar Tuncer ji anî ziman ku dozgerê ku lêpirsina windayan dike tu caran bi rêk û pêk û bi berfirehi lêpirsîn nekiriye û wiha got: “Dosya Talat Turkoglu ji dosyayên windayên li Kurdistan û Tirkiyeyê ne cudatir e. Em kesên bi zorê tên revandin û windakirin wekî sûcê li dijî mirovahiyê pênase dikin. Ji bo windakirina van mirovan wekî sucê mirovahiyê bê naskirin, em têdikoşin. Em naxwazin dem di ser lêpirsîna van dosyayan re derbas bibe. Windakirina bi zorê polîtîkaya dewletê ye. Kesên fermi an jî ne fermi li ser navê dewletê vî sûcî dikin. Ji ber vê yekê bi berpirsiyariya dewletê ev lêpirsin encam nagire."  

Mirova Şemiyê Tuba Zehra Saglam, jî ani ziman ku hemû îqtîdar windayan li dervê hiqûqa xwe digirin û wiha got: “Maqamê darazê li diji hêza dewletê ya bê dawî hezkirin û xizmên me ne parastin. Dewletê ji bo mirov neyên windakirin û kujer mirova nekujin tu tişt nekir. Li diji ve yekê malbat û dayiken ku gotin "Windakirin sucê mirovahiyê ye" ceza kirin û tawanbar kirin. 

Talat Turkoglu yê 45 salî 25 salin winda ye. Li navçeya Avcilar a Stenbolê ji ber nasnameya xwe ya siyasi 4 caran hatibû destgîrkirin. Êşkenceyek pir zêde lê kirin. Bi salan li nexweşxaneyê hat dermankirin. Herî dawî di 5'ê Cotmeha 1994'an de hat girtin û pişti demekê hat berdan. Di 29'ê Adara 1996'an de çû li Edîrneyê dayika xwe ziyaret bike. Dema ji Edîrneyê hat Stenbolê di 1'e Nîsana 1996'an de dema dihat mala xwe winda kirin. 

Malbata Turkoglu, serî li ÎHD'ê dan. serî li hemû rêxistinên Efûya Navneteweyî dan. Mijar birin rojeva miclisê. Lê rayedarên fermi diyar kirin ku agahiya wan tune ye. Di 1997'an de Endamê JİTEM'ê Kasım Açik îtiraf kir. Açik di îtîrafa xwe de got, 'Talat Turkoglû li Çadirkent a Nêzî Edîrneyê polîs û leşkeran ew xistin lêpirsinê û bi êşkenceyê ew kuştine. Piştre ji bedena wî avêtin Çemê Meriçê. Piştî vê îtîratê serî li Dozgeriya Komarê dan. Lê dozer bêyî lêpirsînek berfireh bide biryara hewce bi lêpirsinê tuneye da. 

Dadgeha Mafên Mirovan a EWropa (DMME) ji ber Tirkiyeyê lêpirsînek baş nekiriye û dosya girtye Tirkiye mahkûm kir.