TAJÊ ji bo malbata Dixtor Nemam Xefurî sersaxî xwest
TAJÊ ji malbata Dixtor Nemam Xefûrî ku di dema fermana 2014’an de bi mebesta alîkariyê hetibû Şengalê û duh jiyana xwe ji dest da, sersaxî xwest.
TAJÊ ji malbata Dixtor Nemam Xefûrî ku di dema fermana 2014’an de bi mebesta alîkariyê hetibû Şengalê û duh jiyana xwe ji dest da, sersaxî xwest.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî mijarê peyamek sersaxiyê weşand. Di peyamê de wiha hat gotin:
“Di dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi dehan nivîskar, rojnameger, rewşambîr û bijîşkan berê xwe dan Şingalê û li hemberî komkujiya liser civaka Êzidî bêdeng neman, alîkariya civaka Êzidî kirin. Yek ji van kesayetan jî Dixtor Nemam Xefurî bû. Dixtor Nemam Xefurî jî êşa ferman û enfalê di zaroktiya xwede kişandibû û bi malbata xwe re koçî Siwêdê kiribû. Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de berê xwe da Şengalê û jiyana bi dehan mirovan rizgar kir.
Me duh agahiya wefata Dixtor Nemam Xefurî wergirt. Bi rastî em xemgîn bûn, wefata wê ji bo me weka civak û jinên Êzidî windahiyak mezin bû. Li ser navê TAJÊ em di serî de ji mabata Nemam Xefûrî, ji hemû dostên wê re sersaxî dixwezin, bila serê malbatê û civaka me sax be.”