JIN
Hemû Nûçe
-
Têkoşîna Sûrma Xanim a Colemêrgî
Sûrma Xanim a Colemêrgî hemû sirgûn û qetlîamên dema Qirkirina 1915’an û piştî wê tomar kir, li ser navê gelê Asûrî-Suryanî tevlî civînên navneteweyî bû, li gelek navendan hate qebûlkirin. -
Zewicandina zarokên keç li Îranê kêm nebûye
Di daneyên fermî ên Îranê yên têkildarê rewşa zewacê de hate ragihandin ku di nava 6 mehan de 791 zarok ji dayikên temenê wan di navbera 10 heya 14 salan de ye çêbûne. -
PDK’ê piştî 70 rojan endama RJAK’ê berda
Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî ya ku di serê meha Tebaxê de ji aliyê asayîşa PDK’ê hatibû revandin û 70 roj in agahî jê nedihat stendin, hate berdan. -
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd parlementerên jin ên ketine meclîsa Iraqê pîroz kir
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd parlementerên jin ên ji bo meclîsa Iraqê hatine hilbijartin pîroz kir û got, "Em hêvîdar in ev hêz bibe, hêza yekîtiya jinên Kurd." -
Li Konyayê jineke 70 salî hate kuştin
Li Konyayê Sevîl Şîmşek a 70 salî ji aliyê hevserê wê Tûrgût Şîmşek ve hate kuştin. -
Dayikên Şemiyê ji bo Baskin ê dewletê ew qetil kir daxuyanî da
Dayikên Şemiyê vê hefteyê serpêhatiya Abdulmecît Baskin ê dema destgîrkirî bû hate qetilkirin, vegotin û bal kişand ser rola dewletê. -
‘Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye’
Jinên Şengalê anî ziman ku Komploya 9’ê Cotmehê û Peymana 9’ê Cotmehê yek in û got: “Em ê ji bo Rêberê xwe her tiştî bikin. Heta Rêber Apo azad nebe, gel azad nabe. Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye.” -
Dayika Aştiyê ya 70 salî du roj in destgîrkirî ye
Dayika Aştiyê Şukriye Kizildag tevî temenê xwe yê dirêj û nexweşiya kanserê jî 2 roj in destgîrkirî ye. -
Li Rûsyayê jinên Kurd karên xwe yên rêxistinî xurt dikin
Jinên Kurd ên li Rûsyayê, bi civîn û biryarên nû karên xwe yên rêxistinî xurtir dikin. -
RAJIN: Evîna Gurbeteli Ersoz lêgerîna li heqîqetê bû
RAJIN, di salvegera 24'an a şehadeta Gurbeteli Ersoz de rojnamevana şoreşger bi bîr anî û got, "Heta misogerkirina jiyana azad a bi pêşengiya jinê, em ê li ser şopa heqîqetê bi biryardarî bimeşin." -
Jinên Rojhilatî li Sine li dijî tundiya li jinê çalakî kirin
Çalakvanên mafê jinan û yên civaka sivîl li dijî şîdeta li jinan, li bajarê Sine mîtîngek lidarxistin û banga yekîtî û têkoşînê li hemberî pergala dijî jinê ya Îranê kirin. -
TJK-E'yê ji bo çalakiyên 9-10'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir
TJK-E'yê ragihand ku wê 9 û 10'ê Cotmehê li gelek welatên Ewropayê bi dirûşma 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye' çalakiyan li dar bixin û bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyan bibin û hêrsa li dijî komployê nîşan bidin. -
Jin ne tenê têkoşîna zayendî dimeşînin
Ji damezrînerên Platforma Jinê ya Şahmeran a Mêrdînê Eylem Amak diyar kir ku jin li gel têkoşîna zayendî her wiha pêşengiyê ji têkoşîna li dijî faşîzmê û sîstema bi serweriya mêr re dikin. -
TAJÊ: Em êrişên PDK’ê qebûl nakin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) diyar kir ku ew ê destûrê nedin PDK’ê ku careke din Şengalê dagir bikin. -
Li DYE'yê bi sed hezaran kes ji bo mafê kurtajê meşiyan
Li DYE'yê ji bo ku mafê kurtajê biparêzin, ku muxafazakaran kiriye hedefa xwe, şemiyê bi sedhezaran kes derketin kuçeyan. -
Dayikên Şemiyê ji bo birayên Sevîn hatin ba hev
Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî pirsa aqûbeta birayên bi navê Huseyîn û Îskender Sevîm ên piştî hatin destgîrkirin û windakirin pirsîn. Dayikan peyama ku wê dev ji têkoşînê bernedin, dan. -
Hilbijêrên Kurdistanî dixwazin jin di polîtîkayê de cih bigirin
Li gorî lêkolîna li gel hilbijêrên Kurdistanî hate kirin, ji sedî 88.1’ê civakê piranî dixwazin jin tevlî polîtîkayê bibin û biryara wan destek dikin. -
Newaya Jin: Li dijî êrişa global parastina jiyana azad
Rojnameya jinê Newaya Jin, hejmara xwe ya meha Cotmehê bi manşeta "Li dijî êrişa global, parastina jiyana azad" weşand. -
Jinan li Hannover dosya pêşkêş kirin û afîşek vekirin
Jinên Kurd têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagiker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û li dijî gerîlayan bikaranîna çekên kîmyewî, dosya pêşkêşî 5 saziyên li Hannoverê ne kirin. -
Însiyatîfa Jinên Tirêjên Rojê li Uşak, Stenbol û Sakarya çalakî kir
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbol, Uşak, Sakaryayê 2 avahiyên tekstîlê, 10 jê yên qerdiyanan 15 wesayit şewitandine. -
Li Kerkûkê tundiya li jinê zêde bûye: 50 xwekuştin
Ofîsa Kerkûkê ya Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê ragihand di 6 mehên pêşî yên salê de 50 jinî xwe kuştiye û 286 rûdanên tundiyê çêbûne. -
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Orak revandin
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ezgî Orak, ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dane nasandin ve hate revandin. -
Ji bo rojnameger Yalçin 20 sal cezayê girtîgehê hate xwestin
Ji bo rojnameger Nûrcan Yalçin 20 sal cezayê girtîgehê hate xwestin. -
Li Latîn Emerîkayê bi hezaran jin ji bo mafê kurtajê daketin qadan
Li gelek welatên Latîn Emerîkayê bi hezaran jin ji bo mafê kurtajê daketin qadan û xwepêşandan li dar xistin. -
HDP: Jinûve avakirin wê bi pêşengiya jinan pêk were
Desteya Jinê ya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a HDP'ê diyar kir ku rejîma qeyûm rejîma înkarkirina Kurdan û jinan e û got, "Em ê avabûnê bi pêşengiya jinan bikin."