Newaya Jin: Li dijî êrişa global parastina jiyana azad

Rojnameya jinê Newaya Jin, hejmara xwe ya meha Cotmehê bi manşeta "Li dijî êrişa global, parastina jiyana azad" weşand.

Rojnameya jinê Newaya Jin ku dest bi dema weşana nû kiriye, hejmara meha Cotmehê bi manşeta "Li dijî êrişa global, parastina jiyana azad" hate weşandin. Ronahî Serhad, Yûrdûsev Ozsokmenler, Hêja Zerya, Nîlufer Koç, Nûrhaq Gulbahar, Selma Irmak, Çîmen Aras û Komîteya Kevana Zêrîn tevlî kadroyên xwe yên nû kiriye. Komploya 9'ê Cotmehê, Şehîdên Cotmehê, yekîtiya neteweyî, rojeva Tirkiyeyê, rola HDP'ê, çand, penaberî, jinolojî û gelek mijarên din di hejmara meha Cotmehê ya rojnameyê de hatin weşandin.

Ji nivîskarên nû yên rojnameyê Hêja Zerya sala 24'an a Komploya 9'ê Cotmehê bi bîr xist û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî 'êrişa global' a sîstema kapîtalîst, tespîta lêgerîna 'demokrasiya global' kiriye.

ME ÎNKAR TÊK BIR, NIHA DOR HATIYE TÊKBIRINA KOMPLOYÊ

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad jî diyar kir ku meha Cotmehê meha hesabpirsîna ji xiyanet û her cûre komployê ye û ragihand ku têkoşîna li dijî înkarê helwesta her mirovekî bi rûmet e. Ronahî Serhad got, "Azadî û ewlehiya me wê bi serketina têkoşîna me bibe."

Nivîsên li ser şehîd Rojîn Gevda (Sureyya Aslan), Rûken Bîngol (Sevcan Algunerhan) û Arîn Mîrkan (Dilar Gencxemîs) jî hatin weşandin.

Nîlufer Koç jî li ser polîtîkayên 200 salî yên ji bo parçekirina Kurdan gelek dane parve kir û bal kişand ser heman polîtîkayên vê serdemê. Nivîskar diyar kir ku Tirkiye hewl dide bi rêya PDK'ê Başûrê Kurdistanê kontrol bike û girîngiya helwesteke neteweyî ya azad û serbixwe bi bîr xist.

Ji nivîskarên nû yên rojnameyê parlamentera berê ya HDP'ê Selma Irmak siyaseta Tirkiyeyê û rola HDP'ê nirxand. Nûrhaq Gulbahar jî bal kişand ser têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar. Çîmen Aras jî pêvajoya piştî şoreşa gel a Îranê ya 1979'an analîz kir û destnîşan kir ku li Îranê jin hêza guhertinê ne.

Roza Metîna jî têkildarî 1605 girtiyên nexweş ên mexdûrê dadgeriya yekalî ne, gelek detay parve kir.

SERKATINA LEYLA YA REQAYÎ

Ji nivîskarên nû Yûrdûsev Ozsokmenler di nivîsa xwe ya destpêkê de bal kişand ser Hevşaredara Reqayê Leyla Mistefa ku hêjayî Xelata Şaredara Cîhanê ya 2021'ê hate dîtin.

Aktîvîsta Polen Ekolojî Sûltan Gulsun jî rojeva qirkirina hawirdorê şîrove kir.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIBISTANEKE FELSEFEYÊ

Endama Akademiya Jinolojiyê Nagehan Akarsel tecrûbeyên karê jineolojiyê parve kir ku ji sala 2012'an û vir ve li Başûrê Kurdistanê xwe bi rêxistin dike.

RASTIYA HUNERÊ Û GERÎLA

Bêrî Dersimî jî li ser wateya civakî û dîrokî ya çand û hunerê nivîsî.

Di hejmara dawî ya rojnameyê de hevpeyvîna bi xwendekara doktora ya zanîngeha Cambridgeyê Beja Protner hate weşandin ku li ser mijara penabertiya li Yewnanistanê lêkolînan dike.

Portreya damezrînera Komeleya Şoreşger a Jinên Efganistanê û helbestvana Afgan Meena Keshwar Kamal û padîşahê Sasanî yê sêyemîn Boran Dext jî di hejmara nû ya rojnameyê de hatin weşandin.

Hejmara 199'an a rojnameyê li ser vê malperê dikare bê peydakirin:
www.newayajin.net