Li Rûsyayê jinên Kurd karên xwe yên rêxistinî xurt dikin

Jinên Kurd ên li Rûsyayê, bi civîn û biryarên nû karên xwe yên rêxistinî xurtir dikin.

Jinên Kurd ên li herêma Saratovê ya Rûsyayê, piştî amadekariyeke demdirêj di çarçoveya biryarên jinûve rêxistinbûnê de civîn li dar xistin. Di çarçoveya van civînan de jinan konferansa meclîsa damezrîner pêk anîn û bi navê 'Jiyan' Korganîzasyona Pêkanîna Mafên Jinên Kurd ava kirin.

KOMPLO HATE ŞERMEZARKIRIN

Konferansa ku nûnerên ji hemû bajarên herêma Saratovê tevlî bûn, li navçeya Yerşovê pêk hat. Konferansa ku 60 delege lê amade bûn, bi xwendina peyama KJK'ê dest pê kir. Di konferansê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin hate şermezarkirin û hate ragihandin ku bi saya felsefeya azadîparêziya jinê, ekolojîk a Abdullah Ocalan jinên Kurd li ser xeta azadiyê serketinên mezin bi dest xistine.

PIRSGIRÊKÊN JINAN HATIN NÎQAŞKIRIN

Di konferansê de pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî yên jinên Kurd ên li herêmê hatin nîqaşkirin û ji bo maf û rêxistiniya jinan rê û rêbaz hatin nirxandin. Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên hate nirxandin neşandina zarokên keç ji bo dibistanê û zewicandina di temenê zarokatiyê de bû. Li dijî vê kiryarê hate destnîşankirin ku divê têkoşîneke xurt bê meşandin.

Di encama konferansê de ji bo parastina hiqûq û mafê jinên Kurd ên li herêmê biryar hate dayin ku organîzasyonek bê avakirin. Di dawiya konferansê de meclîsa jinê ya ji 13 kesî hate avakirin û Gozel Yûsûpova bû seroka organîzasyonê, Gulîzer Gasanova û Naze Baloyeva jî bûn alîkarên seroka organîzasyonê.