Li DYE'yê bi sed hezaran kes ji bo mafê kurtajê meşiyan

Li DYE'yê ji bo ku mafê kurtajê biparêzin, ku muxafazakaran kiriye hedefa xwe, şemiyê bi sedhezaran kes derketin kuçeyan.

Yasayeke ku 1'ê Îlonê li Texasê hatî danîn, li vê eyaletê hema hema di hemû şertan de kurtajê qedexe dike.

Li dijî yasayê hem li qada darazê û hem li kongreyê têkoşîneke berfireh hate destpêkirin.

Heta niha çalakiyên berfireh ên kuçeyan nehatiye kirin lê beriya rûniştina li Dadgeha Bilind ku wê bi rola hakemtiyê rabe, bi qasî 200 rêxistinî bang kir ku gel li tevahiya welêt derkevin derve.

Li Washîngtonê 10 hezar kes, heta bi Dadgeha Bilind meşiya, ku beriya bi 50 salî vê dadgehê mafê kurtajê yê Emerîkiyan nas kiribû.

Dadgeha Bilind ku Serokê berê Dondal Trûmp ew ji nû ve danî, red kir ku bi lezgînî mudaheleyî yasaya Texasê bike. Tê diyarkirin Dadgeha Bilind  ji bo ku yasaya îçtîhatê biguherîne, dikarin sûc ji yaseke sînordanêr a li Missîsîpiyê werbigirin.

Li cot paytextên eyaletê Austîn û Jacksonê ku di rêveberiya muxafazkaran de ye, bi qasî 600 çalakiyên protestoyê hatin kirin. Bi sed hezaran kes tevlî van çalakiyan bû.

Piştî merasîma sonê ya Donald Trûmp, ku 2017'an bi bi zayendîparêziyê dihate sûcdarkirin, 'Meşa Jinan' hatibû kirin û bi milyonan kes derketibûn kuçe û kolanan.

Piştî ku Trûmp 3 muxazakarên nêzî xwe anîbû ser Dadgeha Bilind muxafazkarên xwecih li dijî mafe kurtajê derketin. Ji 1'ê Çile û wir ve li 19 eyalan 63 yasa hatin qebûlkiri nû mafê kurtajê sînordar dikin.