Însiyatîfa Jinên Tirêjên Rojê li Uşak, Stenbol û Sakarya çalakî kir

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbol, Uşak, Sakaryayê 2 avahiyên tekstîlê, 10 jê yên qerdiyanan 15 wesayit şewitandine.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku yekîneyên wan li Uşak, Stenbol û Sakaryayê li dijî nîjatperestên Tirk çalakî kirine.

Însiyatîfê ragihand 28'ê Îlonê li navçeya Hendekê ya Sakarya 10 wesayitên lûks li taxa ku piranî qerdiyayên nîjatperest lê dijîn, şewitandine, eynî rojê li Şîle ya Stenbolê jî 5 wesayit hatine şewitandin.

Bi berdewamî hate diyarkirin 27'ê Îlonê avahiya tekstîlê ya nîjatperestê Tirk ê bi navê M.K li Hadimkoyê ya Stenbolê hatiye şewitandin.

Însiyatîfê her wiha ragihand ku yekîneyên wan li navçeya Ulubeyê ya Uşakê jî 26'ê Îlonê fabrîkaya tekstîlê ya nîjatperestekî Tirk ê AKP-MHP'yî şewitandine.