Şehîdên Parisê li Helsînkiyê hatin bibîranîn
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê ji bo şehîdên Parîsê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê ji bo şehîdên Parîsê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Yek ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parisê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ên 9’ê Çileya 2013’an de, Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku 23’ê Kanûna 2022’an li paytexta Fransa Parsê hatin qetilkirin, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn li avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) hat lidarxistin.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser komkujiyên li Parisê.
Piştî axaftinan li ser jiyan û têkoşîna şehîdên Parisê sînevîzyon hat pêşandan.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.