Di êrîşa li ser karwana gel de rêvebera Zenûbiya şehîd bû

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser karwana gel de yek ji rêveberên meclîsên wan Kerem Ehmed Şehabî El Hemed şehîd bû.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya têkildarî şehîdbûna rêvebera meclisê Kerem Ehmed Şehabî El Hemed daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi xemgînî şehadeta rêvebera meclisê Kerem Ehmed Şehabî El Hemed radigihîne û hat diyarkirin ku Kerem di encama êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî karwana wesayîtên gel a ku berê xwe dida Bendava Tişrînê de şehîd bû.

Her wiha hate destnîşankirin ku Ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya li hemberî şer, bi hezaran gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê da Bendava Tişrînê. Dewleta Tirk a dagirker li dijî karwana wesayîtên gel êrişeke hovane pêk anî, di encamê de gelek sivîl birîndar bûn û hin jî şehîd bûn. Ev êrîşa dewleta Tirk nîşaneya hovîtî û armancên wê yên qirêj in.

Meclisê di daxuyaniya xwe de êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kirin û weke "karê terorane ya tirsonak" wesif kir û got ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî jinên di oxira pêkanîna azadî, edalet û wekheviyê de têdikoşin, didomîne.

Di dawiyê de bang li tevahî jinên azadîxwaz hat kirin ku şehadeta Kerem ji bo tevahî jinan bang e ku divê li hember zulmê dengê xwe bilind bikin û ji tevahî cîhanê re bêjin ew teslîm nabin.