Jinan li Hannover dosya pêşkêş kirin û afîşek vekirin

Jinên Kurd têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagiker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û li dijî gerîlayan bikaranîna çekên kîmyewî, dosya pêşkêşî 5 saziyên li Hannoverê ne kirin.

Dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bikaranîna çekên kîmyewî bê navber sûcê dij mirovahiyê dike. Li dijî vê komeke jinên Kurd ên li bajarê Hannover ê Elmanyayê hatin ba hev, dosya pêşkêşî Partiya SPD, Dîe Grune û Landtag Hannover, Europaisches înformantîonszentrum jî di nav de radestî rêveberên 5 saziyan kirin.

Jinan bal ji bo balê bikişînin ser sûcên dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a li ser gerîla û gelê Kurd û dîsa gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li ser 200 stîckeran bi dîwaran ve kirin.