Dayika Aştiyê ya 70 salî du roj in destgîrkirî ye

Dayika Aştiyê Şukriye Kizildag tevî temenê xwe yê dirêj û nexweşiya kanserê jî 2 roj in destgîrkirî ye.

Kizildag 7'ê Cotmehê yek ji 12 kesên di serdegirtina malan de li Îzmîrê û Manîsayê hatibûn destgîrkirin e.

Kurê Dayika Aştiyê Şukriye Kizildag a 70 salî Ahmet Kizildag anî ziman ku dayika wê sala 2018'an bi nexweşiya kansera çerm ket û bal kişand ser rewşa wê ya tenduristiyê.

Ahmet Kizildag anî ziman ku nexweşiyên tansiyonê û şekir jî bi dayika wî re hene, lewma ew bi fikar in û xwest tavilê bê berdan.