Jinên Rojhilatî li Sine li dijî tundiya li jinê çalakî kirin

Çalakvanên mafê jinan û yên civaka sivîl li dijî şîdeta li jinan, li bajarê Sine mîtîngek lidarxistin û banga yekîtî û têkoşînê li hemberî pergala dijî jinê ya Îranê kirin.

Rêxistinên mafê mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê û yên Îranê li ser malperên xwe yên fermî ragihandin ku çalakvanên mafê mirovan û yên civaka sivîl ku piraniya wan jin bûn li ber avahiya Dadgeha Sine kom bûn û mîtîngek lidarxistin.

Di destê çalakvanan de dowîzên ku li ser hatibûn nivîsandin “Ji Jinkujiyê re na”, “Êdî bese e”, “Êdî ti cihek ji jinan re ewle nîne”, “Bes e ji kuştina jinan a bi navê namûsê re” û “Mafên min ên mirovî neyê nîqaşkirin” hebû.

Her wiha dovîzên ku li ser hatibû nivîsandin “Em hemû Faîze ne” û “Em dixwazin qetilkirina Faîze were zelalkirin” bal kişand. Faîze Melekî jina 22 salî ye ku roja Yekşemiya bihorî li bajarê Sine ji aliyê bavê xwe ve hatibû şewitandin û ketibû rojeva civakê. 

Li wir jinan daxuyaniyek dan û nerazîbûn nîşanî zêdebûna qetilkirina jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dan û diyarkirin ku ew ji bê helwestiya rayedaran û bi taybetî dadgehan ku kujeran ceza nakin nerazî ne. Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:

“Wekheviya jin û zilam encax bi yekîtî û têkoşîna mirovên azadîxwaz û wekhevîparêz a li dijî tevahiya rejîma Îslamî û pergala sermayedariyê ya Îranê û pêkanîna serweriya pergala meclîsî ya di nav civakê de dikare pêk bê.”

Mîtîng piştî daxuyaniyê bi dawî bû.