Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Orak revandin

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ezgî Orak, ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dane nasandin ve hate revandin.

Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ezgî Orak li devera Cebcî ya girêdayî navçeya Çankaya ya Enqerê bû, saet derdorî 17:00’an ji aliyê kesên xwe weke polîs dane nasandin ve hate revandin.

3 mêr û 1 jin ên tê îdîakirin ku polîsên sivîl in, bê ku nasnameya xwe nîşan bidin, nasnameya ciwan bi cîhazê Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin.

Diyar kirin ku di derbarê Ezgî Orak de biryara girtinê heye, bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin. Şexsên ku tevî daxwaza nîşandana belgeya ku biryara girtinê nîşan dide jî, Orak bi zorê li wesayîtê siwar kirin.

Hevalên Ezgî yên ku nerazîbûn nîşanî bûyerê dan jî, hatin derbkirin.

Hate ragihandin ku Ezgî Orak li wesayîta bi cûreya kornet a gewr a bi pîlakaya ’06 DB3154’ hatiye siwarkirin.

Parêzerên ku li Şaxa TEM’ê ya Enqerê geriyan, peyama ku ne li vire dan.

Ezgî Orak berî niha bi hinceta ku derbarê wê de îxbar hatiye kirin, 27’ê Mijdara 2020’ê hatibû destgîrkirin.

Orak a piştî destgîrkirinê, polîsên sivîl gefa sîxûriyê lê kiribû, têkildarî mijara tehdîdan jî 18’ê Çileya 2021’ê jî serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê dabû.