Li Latîn Emerîkayê bi hezaran jin ji bo mafê kurtajê daketin qadan

Li gelek welatên Latîn Emerîkayê bi hezaran jin ji bo mafê kurtajê daketin qadan û xwepêşandan li dar xistin.

Di serî de Meksîka, Perû, Salvador, Şîlî û Kolombiyayê li gelek welatan jin bi fûlarên kesk daketin qadan ku têkoşîna ji bo qanûnîkirina dawîanîna li ducaniyê ya bi dilxwazî sembolîze dike. Di çalakiyan de pankartên bi nivîsa "Qanûna kurtajê bila niha bê amadekirin", "Mafê biryardanê" hatin hildan.

Li Salvadorê kurtaj di her şert û mercî de qedexe ye û heta 8 salan cezayê girtîgehê tê birîn. Di rewşa heyî de 17 jin piştî tedawiya lezgîn a obstetrik, bi sûcdariya "kuştina girankirî" li girtîgehê ne.

Li dijî vê yekê bi sedan jinên ji Salvadorê pêşnûme qanûnek ku heta astekê destûra kurtajê dide, pêşkêş kirin.

Li Meksîkayê çend hefte piştî biryara Dadgeha Bilind ku cezakirina kurtajê weke li dijî destûra bingehîn pênase kir, li Meksîkoyê jinan çalakî kirin. Di çalakiyan de nerazîbûn li tundiya li dijî jinê hate nîşandan. Li gorî daneyên fermî di navbera mehên Çile û Tebaxê de herî kêm 672 jin hatin kuştin.

Li Kolombiyayê, li gorî rapora kolektîfa bi navê 'La Mesa por la Vida y la Salud de las Mujeres' ji sala 2005'an û vir ve derdora 205 jin ji ber kurtajê hatin mehkûmkirin. Li vî welatî kurtaj tenê di dema fetal malformasyon, rîska mirinê li ser dayikê û encama destavêtinê be, qanûnî ye. Li Bogotayê bi sedan jin li pêşiya Kongreyê li hev civiyan û xwestin ku mafê kurtajê bê astengiyan bê naskirin.

Li paytexta Perû Lîmayê, jinên ciwan ên daxwaza mafê kurtajê kirin pankarta bi nivîsa "Dewleta ku mafê kurtajê nade dewleteke femînîsîd e" hildan.

Serokkomarê çepgir ê nû yê Perûyê Pedro Castillo di mijarên civakî de xwedî meyleke muxafazakar e. Di dema kampanya hilbijatrinê de gelek caran mafê kurtajê red kiribû.