Tanhan: Wezaretan berê me dan Deriyê Sînor ê Xabûrê, lê nehiştin em derbas bibin

Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan diyar kir ku ji bo wergirtina cenazeyên rojnamevanên hatin qetilkirin wan ji wezaretên karên hundir û derve destûr wergirtin û got, "Hem dibêjin biçin, hem jî asteng dikin. Vaye ji we re demokrasiya AKP'ê."

NAZIM DAŞTAN - CÎHAN BÎLGÎN

Ji 6'ê Çileyê û vir ve wergirtina cenazeyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji Deriyê Sînor ê Xabûrê tê astengkirin. Malbatên Daştan û Bîlgîn 3 roj in li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê ne. Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî ku li gel malbatan li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê ye ji ANF'ê re axivî.

Tanhan anî ziman ku ji bo şermezarkirina vê astengiya kêfî wê îro li Silopiyayê daxuyaniyeke girseyî bidin çapemeniyê û got, "Ya ku tê kirin zilm, êşkence û cezakirina malbatan e."

'HEM DESTÛR DAN, HEM JÎ ASTENG KIRIN'

Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan anî ziman ku di encama hevdîtinên bi Wezareta Karên Derve û Wezareta Karên Hundir de destûr ji wan re hate dayin ku cenazeyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn radestî malbatên wan bêne kirin û di encama vê yekê de jî weke heyet wan berê xwe dan Deriyê Sînor ê Xabûrê.

Tanhan got, "Hem Wezareta Karên Derve, hem jî Wezareta Karên Hundir bi devkî ji partiya me re gotin, wê karibin ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas bibin. Lê belê sê roj in destûr ji me re nayê dayin ku ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas bibin. Yanî hem gotin biçin Deriyê Sînor ê Xabûrê hem jî derbasbûna me ya ji sînor astneg kirin. Îdîa dikin ku sîstem xerabe ye. Halbûkî li ber çavên me her kes ji sînor derbas dibin, ji bilî me. Li hemberî vê yekê em matmayî man. Em çi bibêjin, vaye demokrasiya AKP'ê."

Tanhan destnîşan kir ku ji bo şermezarkirina vê bêhurmetiya li cenazeyan ew ji ber deriyê sînor çûne û wê îro li Silopiyayê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Tanhan diyar kir ku ew ê van nêzîkatiyan qebûl nekin, ku ji bilî zilm, êşkence û polîtîkaya cezakirina malbatan nayê ti wateyê. Tanhan xwest, ev kiryar tavilê bi dawî bibe.