RAJIN: Evîna Gurbeteli Ersoz lêgerîna li heqîqetê bû

RAJIN, di salvegera 24'an a şehadeta Gurbeteli Ersoz de rojnamevana şoreşger bi bîr anî û got, "Heta misogerkirina jiyana azad a bi pêşengiya jinê, em ê li ser şopa heqîqetê bi biryardarî bimeşin."

Daxuyaniya Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) bi wesîleya salvegera 24'an a şehadeta Gurbeteli Ersoz daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

ROJA ROJNAMEVANIYA JINÊN KURD

"Zaneya jiyana azad, afrînera di oxira lêgerîna heqîqetê de, bû pêşenga têkoşîna azadiya jinê Gurbeteli Ersoz, di 24’emîn salvegera şehadetê de, em bi rêz û minetdarî bibîrtînin. Gurbeteli Ersoz ku li Kurdistan û Tirkiyeyê yekem gerînendeya giştî ya weşanê tê nasîn, li pey xwe mîrateyeke girîng ji bo rojnamevaniya azad hişt. Şopdara heqîqetê Gurbeteli Ersoz, di 7’ê Cotmeha 1997’an de, bi grupekî hevalên xwe re li Başûrê Kurdistanê di encama şerekî de şehîd bû. Roja şehadeta jina şoreşger û pêşenga ragihandina jinê Gurbeteli Ersoz, di sala 2013’an de wekî roja rojnamevaniya jinên Kurd hate ragihandin. Bi boneya şehadeta Gurberteli Ersoz û roja rojnamevaniya jinên Kurd, em careke din şopdarên xeta Gurbeteli Ersoz, Şîlan Baqî, Şevîn Bingöl, Gulnaz Ege, Deniz Firat, Nûjiyan Erhan, Dilîşan, Dilovan û bi dehan şehîdên çapemeniya jin bibîrtînin. 

Li ser bingeha bîr û baweriya; wê xeta Gurbeteli û tevahî şopdarên heqîqetê bi ser bikeve, em biryardariya xwe ya di têkoşînê de israrkirinê nû dikin. Her wiha ev roja ku weke rojnamevaniya jinên Kurd hatiye ragihandin, li tevahiya rojnamevanên jin ên îro li ser xeta Gurbeteli Ersoz, bi bawerî, hêvî û bi israr têdikoşin pîroz dikin.  

'BI PÊNÛSA XWE BÛ ÇAV Û DENGÊ RASTIYA ŞOREŞGERÎ YA JINÊN KURD'

Rojnamevana şoreşger û dilsoza jiyana azad, Gurbeteli Ersoz, bi kesayeta xwe ya pêşeng, li dijî pîvan û kevneşopiyên paşverû yên civakî, li dijî hişmendiya serdest a medya mêr û pergala wê ya desthilatdar bi estetîk û fikra jinê, bi pênûsa xwe bû avakera jiyana azad û vegotina rastiyan. Di şoreşa Kurdistanê de qada ragihandinê di pêşengiya Gurbeteli Ersoz û bi dehan rojnamevanên li ser şopa heqîqetê têkoşiyan, bû qada hesabpirsîna ji desthilatdariya mêr-dewletê. Di destpêka salên 1990’î de, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, li hemberî siyaseta tinekirin, qirkirin û zihniyeta dagirkeriyê ya dewleta Tirk faşîst, rastiya ruhê berxwedêr ê jina Kurd û gelê Kurdistanê yê têkoşîner derkete holê. Hevrê Gurbeteli Ersoz, bû pêşenga ruhê berxwedêr a jina Kurd û di oxira wê de têkoşînek bêhempa meşand. Bê ku astengiyan nas bike, bi pênûsa xwe, bû çav û dengê rastî û heqîqeta şoreşgerî a jina Kurd.  

Di pêşxistina xebatên rojnamevanî û çapemeniya şoreşa Kurdistanê de Gurbeteli, bi sekna xwe ya şoreşgerî, bi kûrbûna fikrî bû pîvana xeta çapemeniya azad. Vejîna giyana azad di kesayetiya jina Kurd de, li Kurdistanê bi şoreşa zihnî û civakî ya ku Rêber Apo weke hîmê jiyana azad bi nav dike pêk hat. Jinên têkoşer, li Kurdistanê ev zêdetirî 40 sale li ser şopa heqîqetê bi biryardarî û israreke mezin di nava têkoşînê de ne. Bi meşeke fedayî di tevahî çeperên şoreşê de pêşengî kirin û dikin. Hevrê Gurbeteli Ersoz, meşa xwe ya azadiyê ku bi van pênaseyên dîrokî û tije wate tîne ziman; 'ez ê di şoreşê de bi evînî bimeşim. Min dilê xwe li çiyayan neqişand, heqîqeta Rêber Apo bi kesayeta xwe re hundirîn kir û di her hinaseya jiyanê de Rêbertiya azad jiya û da jiyîn'.

'BI RUHÊ GURBETELI ERSOZ EM Ê LI SER ŞOPA HEQÎQETÊ BIMEŞIN'

Di roja îro de, li her çar parçeyên Kurdistanê bi evîn, bi zanebûn, bi pîvan û sekna Gurbeteli’yan bi sedan jinên Kurd, cihê xwe di xebatên çapemeniyê de digrin. Bi vê bîr û baweriyê li dijî yekdestiya mêr,  feraseta zayendperestiyê û her cûre dagirkeriyê, bi hişmendiya jinê têkoşînek ji her kesî re bibe mînak dimeşînin. Wekî RAJIN me, xwe li ser vê bingehê bi rêxistin kiriye û têdikoşin. Mîras û hafîzeya şoreşê ya ku her kêlî bi berdêlên mezin û keda bêhempa hate avakirin, îro jinên li her parzemînê cîhanê, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bandor kiriye. Li ser vê bîr û baweriya keda şehîdên me ava kiriye, em di serdema nû ya têkoşînê de, bi erk û berpisyariyên dîrokî re rû be rû ne. Ji bo rastî di tarîtiyê de nemînin, em ê bi ruhê Gurbeteli Ersoz di pey şopa heqîqetê de bimeşin, têbikoşîn û pênûsa jina azad ji rika medya desthilatdar ya mêr pêşbixînin û bibin dengê hest û hizra jinên ji bo azadiya mirovahiyê li ber xwe didin. 

Em li ser vê bingehê careke din dilsoziya xwe ya bi xeta Gurbeteli Ersoz an re dubare dikin. Bi boneya roja şehadeta Gurberteli Ersoz, tevahî jinên berxwedêr ku pêşengî di têkoşîna tevgera azadiya jinê de kirin û di meha Cotmehê de gihîştin şehadetê bibîrtînin. Soza me da şehîdan nû dikin û dibêjin, em ê heta jiyana azad di pêşengiya jinê de misoger bibe, em ê li ser şopa heqîqetê têkoşîneke bi israr û bêrawestîn bidin meşandin. Wê heqîqeta Gurbetan her tim rêya me ronî bike."