TAJÊ: Em êrişên PDK’ê qebûl nakin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) diyar kir ku ew ê destûrê nedin PDK’ê ku careke din Şengalê dagir bikin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî hewldanên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya ketina Şengalê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de bi xiyaneta hêzên PDK’ê re çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kirin. Fermanek li ser civaka Êzidî pêk anîn. Di vê fermanê de bi hezaran jinên Êzidî hatin qetilkirin û ketin destê DAIŞ’ê û li ber çavê hemû dinyayê de qirkirina jinên Êzidî pêk hat, ev jî di encama xiyaneta PDK’ê  ye.

Weke  ku PDK’ê ji vê fermanê têr nebe, vê carê jî di 3’yê Adarê sala 2017’an de PDK’ê bi hêzên xwe yên pêşmerge û pêşmergeyên roj êrişê Xanesorê kirin.

PDK dijimtiya xwe li hember Kurda û civaka Êzidî berdewam kir. PDK’ê dijmintiya xwe bi Tirkan re kir yek û peymana 9’ê Cotmehê ku vîna civaka Êzidî nas nake îmza kir. Li ser esasê itîfaqa 9’ê Cotmehê PDK’ê li hember jinên Êzidî û civaka Êzidî li her derê dijmintiya xwe kur kir. Vê carê PDK’ê di bin navê hilbijartinan de bi kesê ku bi navê Aşîtî Koçer yê ku fermandartî ji hêzên PDK’ê yên Şengalê dikir, yê ku pêşengtiya xiyanetê kiribû, xwestin bên Şengalê. Gelê Êzidî taybet dayîkan li hember vê rawestiyan û bi biryareke mezin hatina pêşmergeyan ya li ser axa pîroz qebûl nekirin.

PDK bi hêrsa binkeftinê carekî din dixwaze bi hêzeke mezin Şengalê dagir bike.

Bangawaziya me ji hemû jinên Kurd, Êzidî û partî û rêxistinên demokrat ev e ku li hemberî êrişên PDK’ê bin. Bimre xiyanet. Bijî berxwedana Şengalê.”