Zewicandina zarokên keç li Îranê kêm nebûye

Di daneyên fermî ên Îranê yên têkildarê rewşa zewacê de hate ragihandin ku di nava 6 mehan de 791 zarok ji dayikên temenê wan di navbera 10 heya 14 salan de ye çêbûne.

Li gorî daneyên Rêxistina Qeyda Nufûsê ya Îranê ji meha Adara îsal heya niha ango di nava 6 mehan de temenê dayikên 791 zarok anîne dinyayê, di navbera 10 û 14 salî de ye.

Her wiha li gorî heman daneyê tê gotin ku temenê dayikên 36 hezar û 562 zarokan jî di navbera 15 û 19’an de ye.

Rêxistinên civaka sivîl û hêzên mixalif jî radigihînin ku ev daneyên fermî yên Îran amade dike rastiyê nabêjin û hejmar hê zêdetir in.

Li gorî hin çavdêran jî madeyek ji qanûna sivîl ya Îranê ku temenê zewacê ji bo her du zayendan  diyar kiriye (keç di 13 saliya xwe û kur jî di 15 saliya xwe de dikare bizewice û eger malbat û dadgeh razî bin dikare di temenê jêr ya hatî diyarkirin jî bizewice) rê li ber wê trajediya mirovî vedike. Her wiha didin zanîn ku ev rêjeya temen ji beriya Komara Îslamî ya Îranê ango di dema Şah de 15 û 18 sal bûye lê piştî Komara Îslamî ya Îranê damezriyaye di yekemîn parlementoya ku sala 1982’an ket dewrê qanûna ji bo temenê zewacê daketiye jêr 13 û 15 salan.

Gelek rêxistinên mafê zarokan jî balê dikişînin ser rewşa zarokên keç û hişyar dikin ku rêjeya zarokên keç yên ji ber hejariyê û zewaca neçarî ya di temenê biçûk de nikarin biçin dibistanê zêde bûye.

Her wiha raporterê taybet ê kar û barên Îranê yê beşa Mafê Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de Cawîd Rehman jî zivistana îsal bi daxuyaniyekê bal kişandibû ser zêdebûna zewaca zarokên keç ya li Îranê û têkildarê vê nêzîkatiyê Komara Îslamî ya li hemberî jin û keçan banga “refoma lezgîn” kiribû. Rehmanî her wiha destnîşan kiribû, “Di Komara Îslamî ya Îranê de li hemberî jin û keçan hê jî wek welatiyên di asta dereceya duyemîn de nêzîkatî tê raberkirin.”

Hêjayê bibîrxistinê ye ku rayedarên Îranê xwe dispêrin daneyên xwe yên fermî yên sala bihurî û dibêjin ku li gorî wê ango daneyên di nava 6 mehên destpêkê yên îsal de hatî amade kirin rewş baştir bûye.