Li Konyayê jineke 70 salî hate kuştin

Li Konyayê Sevîl Şîmşek a 70 salî ji aliyê hevserê wê Tûrgût Şîmşek ve hate kuştin.

Bûyera kuştinê li navçeya Meram a Konyayê qewimî. Sevîl Şîmşek ji aliyê Tûrgût Şîmşek ve bi çekê hate kuştin. Şîmşek piştre xwe îxbar kir û hate destgîrkirin.

HER MEH BI DEHAN JIN TÊNE QETILKIRIN

Li Tirkiyeyê her meh bi dehan jin ji aliyê mêran ve têne kuştin. Li gorî Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' meha Îlonê 26 jin hatin kuştin, 19 jin jî bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Meha Tebaxê jî herî kêm 31 jin hatin kuştin, 21 jin bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Navenda Lêkolînên Qada Polîtîk Civakî di navbera 1'ê Hezîranê 31'ê Tebaxa 2021'ê de herî kêm 83 jin hatin kuştin.