PDK’ê piştî 70 rojan endama RJAK’ê berda

Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî ya ku di serê meha Tebaxê de ji aliyê asayîşa PDK’ê hatibû revandin û 70 roj in agahî jê nedihat stendin, hate berdan.

Bi boneya heftemîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), çûbûn serdana Şengalê. Endamên şandeyê ku ji Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen pêk dihat, dema 5’ê Tebaxê ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê çekdarên PDK’ê ve li seytereya Kelekê hatibûn destgîrkirin.

Xewla Mihemed û Seyran Ehmed piştî 33 rojan di 6’ê Îlona 2021’an de bi biryara dadgehê û bi kefalet hatibûn berdan, lê Ciwana Ebdulbaqî nehatibû berdan.

Ciwana Ebdulbaqî piştî 70 rojan vê Pêncşemê hate berdan.