Ji bo rojnameger Yalçin 20 sal cezayê girtîgehê hate xwestin

Ji bo rojnameger Nûrcan Yalçin 20 sal cezayê girtîgehê hate xwestin.

Derbarê rojnameger Nûrcan Yalçin, di lêpirsîna li ser Komeleya Jinan a  Rosayê de bi sûcdariya ‘endama rêxistinê ye’ û ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hate kirin. Yalçin tevlî rûniştinê nebû û parêzerê wê Resûl Tamûr tevlî rûniştinê bû.

Midûriyeta Emniyetê ya Amedê nivîsek şandibû û diyar kiribû Jinnewsê derbarê pesinandina PKK û KCK’ê nûçe çêkiriye.

Dozger xwest ji 8 sal û 6 mehan heta 20 salan cezayê girtîgehê li Yalçin were birîn.

Parêzer Resûl Temûr diyar kir ku Midûriyeta Emniyetê ya Amedê nûçeyên Jinnewsê li gorî xwe şîrove kiriye û îddîayên wê ne rast in.

Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 22’ê Mijdarê kir.