Hilbijêrên Kurdistanî dixwazin jin di polîtîkayê de cih bigirin

Li gorî lêkolîna li gel hilbijêrên Kurdistanî hate kirin, ji sedî 88.1’ê civakê piranî dixwazin jin tevlî polîtîkayê bibin û biryara wan destek dikin.

Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê, di 4-9'ê Îlonê de li Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Mûş, Çewlig, Bedlîs, Semsûr, Qers, Dersim û Îdirê derbarê daxilbûna jinê ya nav siyasetê û pergala hevserokatiyê de xebatek kir. Navendê daxuyand ku di xebatê de bi rêbaze rasthatinî rû bi rû bi 1064 kesî re hevdîtin kiriye û paya xeletiyê ya anketê ji sedî 3 û paya pêbaweriyê jî ji sedî 95 e.

Li gor anketê ji sedî 96,6'ê hilbijêrên herêmê yên HDP'ê, ji sedî 87'ê hilbijêrên CHP, ji sedî 77,8'ê hilbijêrên Partiya ÎYÎ'yê û ji sedî 72.2'yê hilbijêrên AKP'ê dixwazin jin tevlî nav pêvajoya siyasî bibin. Ji hilbijêrên Partiya ÎYÎ'yê yên dixwazin jin daxilî nav siyasetê bibin ji sedî 56,6 jê û ji sedî 43,3'yê hilbijêrên AKP'ê, pergala hevserokatiyê navxwazin. Ji sedî 84,4'ê HDP'iyan û ji sedî 55'ê CHP'iyan jî pergala hevserokatiyê dixwazin.  

Ji beşdravnan pirsa "Hûn dixwazin tevli pêvajoyên polîtîkayê û biryarê bibin?" Ji 88,1'Ê bejdavanan gotin "belê" û ji sedî 6,2'yê bejdravanan jî gotin "na". Ji sedî 5,6'ê bejdarvanan jî bêbiryar man. Ji sedî 93,7'ê bejdarvanên jin û ji sedî 83,2'yê bejdravnên mêr dixwazin jin tevlî pêvajoyên polîtîkayê û biryarê bibin.

Di anketê de ji beşdarvanan hat pirsîn ku di 24'ê Hezîrana 2018'an de raya xwe dane kîjan partiyê. Ji sedî 72,2'yê hilbijêran diyar kirin ku raya xwe dane AKP'ê, ji sedî 87,7 diyar kirin ku raya xwe dane CHP'ê, ji sedî 96,6 diyar kirin ku raya xwe dane HDP'ê û ji sedî 77,8 jî diyar kirin ku 77,8 dane Partiya ÎYÎ'yê.  

Di anketê de derbarê pergala hevserokatiyê jî pirs hatine kirin. Ji bejdarvanan pirsa "Hûn pergala hevserokatiyê ya HDP'ê çawa dinirxînin?" Ji sedî 62,6'ê beşdarvanan diyar kirin ku "erênî", ji sedî 20,4'ê beşdarvanan diyar kirin "neyînî" û ji sedî 17'ê beşdarvanan jî diyar kirin ku "bêbiryar" in.

Ji sedî 60,6'ê hilbijêrên mêr pergala hevserokatiyê erênî û ji sedî 23,7 jî neyînî; ji sedî 64,8'ê hilbijêrên jin erênî û ji sedî 16,8'ê hilbijêrên jin jî bi awayekî neyînî dinirxînin.  

Gava pirsa "hûn pergala hevserokatiyê ya HDP'ê çawa dinirxînin?" bi tercîha hilbijêran a 24'ê Hezîrana 2018'an re bê berawirdkirin ji sedî 84,4'ê hilbijêrên HDP'ê, ji sedî 55'ê hilbijêrên CHP'ê, ji sedî 21,3'yên hilbijêrên AKP'ê û ji sedî 11,1'ê hilbijêrên Partiya ÎYÎ'yê pergala hevserokatiyê bi awayekî erênî dinirxînin. Ji sedî 6'ê hilbijêrên HDP'ê, ji sedî 24,6'ê hilbijêrên CHP'ê, ji sedî 43,2'yê hilbijêrên AKP'ê û ji sedî 55,6'ê hilbijêrên Partiya ÎYÎ'yê jî bi awayekî neyînî dinirxînin.