ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, di salvegera komkujiyê de wê bi çalakiyan bêne bîranîn.
Ji fermandaran Asrîn Semsûr û gerîlaya YJA Starê Sara Serdar şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn û gotin, şehîd Sara hem bi hebûna xwe hem jî bi berxwedana xwe wate da têkoşîna azadiyê.
Şiyar Dersim: Hevala Sara ne tenê li Kurdistanê li tevahiya cîhanê bû mînak ji jinan re. Li Kurdistanê her pêşketinek li ser bingeha xeta azadiya jinê ye, weke şoreşa jinê tê pênasekirin. Para hevala Sara ya di vê yekê de mezin e.
Bûyerên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re hate kirin wê bê şopandin.
Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Botan anî ziman ku gelê Kurd ê ku xwe bi fikrê Rêber Apo bi rêxistin kiriye, zextê li dewleta Tirk dike û got, "Azadiya Birêz Ocalan rêya yekane ya derketina ji tundî û şer e."
Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar got, nabe ku Rêber Apo di nava çar dîwaran de ji hemû derfetan bêpar bê hiştin û destnîşan kir ku beriya her tiştî divê şert û merc wekhev bin û Rêber Apo karibe bi rengekî azad tevbigere.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wê bêne şopandin.