Jin ne tenê têkoşîna zayendî dimeşînin

Ji damezrînerên Platforma Jinê ya Şahmeran a Mêrdînê Eylem Amak diyar kir ku jin li gel têkoşîna zayendî her wiha pêşengiyê ji têkoşîna li dijî faşîzmê û sîstema bi serweriya mêr re dikin.

Ji damezrînerên Platforma Jinê ya Şahmeran a Mêrdînê Eylem Amak bal kişand ser zêde komkujiyên jinan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê û bandora polîtîkaya bêcezahiştinê vegot. Amak anî ziman ku di bin vê êrişkariya desthilatdariyê de sedema bilindbûna têkoşîna jinê heye. Amak ragihand, piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê herî kêm 130 jin hatin kuştin.

Amak ji ANF'ê re axivî û têkildarî bîlançoya 7 mehên dawî got, "Meha Adarê 28, meha Nîsanê 16, meha Nîsanê 17, meha Hezîranê 18 û meha Hezîranê jî 20 jin hatin kuştin. Sala 2021'ê herî zêde di meha Tebaxê de jin hatin kuştin. Meha derbasbûyî 31 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin."

'EM Ê PIŞTEVANIYA JINÊ MEZIN BIKIN'

Amak ragihand ku têkoşîna li dijî tundiya mêr a li hemberî jinê rojeva bingehîn a jinê ye û bi bîr xist ku jin hema bêjin her roj li qadan li ber xwe didin. Eylem Amak got, di demekê de ku tundiya li dijî jinê mezin bûye, divê têkoşîn bê rawestan dewam bike û anî ziman, "Em jin bêçare nînin. Li dijî êrişên li hemberî mafên me û destketiyên me, em ê piştevaniya jinê mezin bikin, têkoşînê bi pêş ve bibin, li qadan li ber tundiya li dijî jinê rabin."

NE TENÊ TÊKOŞÎNA ZAYENDÎ

Amak destnîşan kir ku êrişên paralelî têkoşîna jinê ya bi pêşengiya jinên Kurd têne kirin, li dijî pratîka têkoşîna jinan hemûyan e û got, "Li dijî neheqiya civakî, siyasî, civakî, hiqûqî, newekhevî û sîstema serweriya mêr, jin bi sedan sal in têdikoşin. Em dibînin ku têkiliya serweriyê û mêtingeriyê ya li dijî jinê bi demê re li nava civakê belav dibe. Lewma hişmendiya azadî û zayendî ya jinê di azadkirina civakê de xwedî rola sereke ye. Asta hişmendiya civakê ya têkoşîna rizgariya jinê li hemberî zilmê hişmendiya lêgerîna li mafê xwe bilind dike, bi xurtî bandorê li veguherîna zîhniyeta civakî dike. Ji ber vê yekê jî têkoşîna azadiyê ya ku jinên Kurd dimeşînin ne tenê têkoşîneke zayendî ye."

PÊŞENGIYA ŞOREŞGERÎ YA JINAN

Ji damezrînerên Platforma Jinê ya Şahmeran a Mêrdînê Eylem Amak anî ziman ku jin bi têkoşîna zayendî di heman demê de li dijî sîstema bi serweriya mêr û li hemberî faşîzmê pêşengiya şoreşgerî ya têkoşînê dikin û got, "Jinên Kurd qada desthilatdariyê ya sîstema bi serweriya mêr ji binî ve dihejînin. Ji ber vê yekê jî desthilatdarî têkoşîna jinê weke gefa herî mezin li dijî xwe dibîne. Sedema tundiya dadgeriyê û zexta li dijî jinên Kurd ev e. Bloka faşîst bi girtina jinên Kurd dixwaze siyaseta demokratîk ji hêza pêşengiyê bêpar bihêle. Yên ku bi dîrokê zanin her wiha zanin ku Têkoşîna Azadiyê ya Jinên Kurd bi berxwdanê, bi berdêlan hatiye hûnandin. Li pêşberî zext û êrişên zîhniyeta bi serweriya mêr ti carî bi paş ve gav neavêtiye, li nava hemû rehên civakê belav bûye û hêza pêşeng a têkoşînê ye."