Dayikên Şemiyê ji bo birayên Sevîn hatin ba hev

Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî pirsa aqûbeta birayên bi navê Huseyîn û Îskender Sevîm ên piştî hatin destgîrkirin û windakirin pirsîn. Dayikan peyama ku wê dev ji têkoşînê bernedin, dan.

Dayikên Şemiyê, di hefteya 862'emîn de çalakiya xwe ya ji bo hînkirina aqûbeta xizmên xwe yên winda û cezakirina faîlên, Ji ber vîrûsa koronayê dayikan çalakiya xwe bi awayekî online lidar xist. Di çalakiyê de dayikan aqûbeta birayên hev Huseyîn û Îskender Sevîm ku di 16'ê Cotmeha 1993'an de li Êlihê dema ku ji bo çinîna titûnê çûbûn bajaroka Girêsîra û hatibûn destgîrkirin û careke din agahî ji wan nehatibû girtin pirsîn.

Di çalakiyê de xwarziya Hesen Ocak Dilcan Acer axivî û diyar kir ku Êlih yek ji bajarên ku herî zêde bûyerên faîlên meçhûl lê pêk hatine Êlih e û wiha got: "Malbat Sevîm li Girêsîra dijiya û bi cotkariyê re mijûl dibû. Di 16'ê Cotmeha 1993'an de dema ku malbat çûbû çinîna titûnê, 15 kesên serçavê wan rûpoş bi ser wan de girtibûn û Huseyîn Îskender û Vahdettîn Sevîm binçav kiribûn. Dema ku hevjînê wan ji destgîr kirinê re bûbûn asteng ji wan re gotibûn ku wê heta çend saetan wan berdin. Piştî demekê Vahdettîn Sevîm hat berdan lê Huseyîn û Îskender careke din agahî ji wan nehat girtin. Hemû hewldanên malbatê yên ji bo dîtina wan bêencam man. Bêyî ku lepirsîneke bibandor bê kirin aqûbeta wan di tariyê de hat hiştin."

Di dawiya daxuyaniyê de Acer, da zanîn ku dayîk û bavên Huseyîn û Îskender bêrî ku bigihîjin edalet û heqîqetê jiyana xwe ji dest dane û bang li desthilat û darazê kir ku aqûbeta Huseyîn û Îskender eşkera bikin.