Dayikên Şemiyê ji bo Baskin ê dewletê ew qetil kir daxuyanî da

Dayikên Şemiyê vê hefteyê serpêhatiya Abdulmecît Baskin ê dema destgîrkirî bû hate qetilkirin, vegotin û bal kişand ser rola dewletê.

Dayikên Şemiyê 863 hefte ne li aqûbeta windayan dipirsin û dixwazin ku kujer werin darizandin û girtin. Meydana Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe ye û nikarin li wir çalakiya xwe lidar bixin. Ji ber vê yekê Dayik bi riya online çalakî ango daxuyaniya xwe lidar dixin.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser kuştina Abdulmecît Baskin ê di 2’yê Cotmeha 1993’yan de li Enqereyê dema destgîr kirî bû hat kuştin û di 4’ê Cotmehê de cenazeyê wî hat dîtin.

Lawê Abdulmecît Baskin, parêzer Eren Baskin axivî û diyar kir ku dema bavê wî hatiye kuştin ew 4 salî bûye û got: “Di wî temenî de em bi peyvên wek kiryarên nediyar re rûbirû man. Me hînî Her ku ez mezin bûm min fêm kir ku em ‘ên din’in. Em kurd bûn, elewî bûn, sosyalîst bûn… lê her tim bi çavek din li me nihêrîn.”

Baskin destnîşan kir ku ew ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo windayan bernedin û got: "Divê êdî em bi van êşan re rûbirû bibin. Em rûbirû bibin lê em bêrû nebin. Ez bang li rayedaran dikim; Ji bo sivikkirina van êşên civakî divê çareseriyek bê dîtin. Divê êdî ew tuxle were kişandin. Ji ber ku me dîtiye û em dibînin ku em ê bi Torosên Spî û kujerên kiryar nediyar re negihêjin tu derê.”

Keça Baskin, Melek Babalitaş jî diyar kir ku têkoşîna wê ya mafan piştî bavê wê destpê kir û wiha got: “Min dixwest bi kesên ku birînên min hene re li Qada Galatasarayê li aqûbeta bavê xwe bigerim. Birînên me pir dişibiyan hev. Ji bo Mirovên Şemiyê, Qada Galatasaray ne tenê navendek bîranînê bû di heman demê de cihek dermankirinê jî bû. Dema ku ez êşa bavê xwe di hundurê xwe de dijîm, wê Qada Galatasaray ku hinek ji me re dibû hêvî bi rengek neqanûnî ji me re hate girtin. Divê rayedar tavilê vê xeletiyê rast bikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku aqûbeta hemû windahiyên me eşkere bibe.”

Parêzerê doza Baskin, Sertaç Ekîncî jî destnîşan kir ku kuştina Baskin yek ji kuştinên ewil ên li dijî karsaz û rewşenbîrê kurd bû û ew ê têkoşîna dîtina kujerên Baskin bidin û mafê mirovan biparêzin.

Pişt re ji xizmên windayan Melîke Baskin, serpêhatiya windakirin û kuştina Abdulmecît Baskin xwend. Baskin behsa pêvajoya lêpirsînê kir û divê kujer werin dîtin û darizandin.