Hewl tê dayin ku hincetek ji kuştina Dûrdû re bê peydakirin
Leşkerê bi paye yê artêşa Tirk Y.A. ku li navçeya Qelqelî ya Wanê Seyîthan Dûrdû qetil kir, bi hinceta ku "Di nava çekên artêşê de çekeke bi vî rengî nîne" hate berdan.
Leşkerê bi paye yê artêşa Tirk Y.A. ku li navçeya Qelqelî ya Wanê Seyîthan Dûrdû qetil kir, bi hinceta ku "Di nava çekên artêşê de çekeke bi vî rengî nîne" hate berdan.
Bûyera kuştina Seyîthan Dûrdû tê nixumandin ku Dûrdû li gundê Donerdere yê navçeya Qelqelî ya Wanê dema ku bi hespê xwe vedigeriya malê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin.
Dûrdû bi fîşeka leşkeran hate qetilkirin. Leşkerên ku gule berdan Dûrdû ew bi birîndarî li cihê bûyerê hiştin û reviyan. Di îfadeya xwe ya destpêkê de îdîa kirin ku di dema tê gotin de ew neçûne gundê Donerdereyê. Leşkeran berevajî îfadeya xwe ya destpêkê gotin, wan kesên navborî şopandin û ji ber ku ew ji ber wan reviyan ji bo hişyarkirinê gule berdan hewayê, lê belê piştî ku ji holê winda bûn ew jî vegeriyan Qereqola Sînor a Tûrgaliyê. Qereqol bi 30 kîlometreyî dûrî cihê bûyerê. Cihê bûyerê bi 5 kîlometreyan nêzî Fermandariya Jendermeyan a Dorûtayê ye.
Y.A. ÇIMA HATE BERDAN?
Ustegmen Y.A. hate girtin, 2 leşkerên din hatin berdan. Di demekê de ku hîn li ser dosyayê biryara nepenîtiyê hebû û parêzer bi xwe nikarîbûn xwe bigihînin detayên dosyayê, yekane leşkerê girtî Y.A. jî hate berdan. Dozgeriyê îdîa kir ku di lêgerîna piştî sê rojan de fîşeka hate dîtin ji çeka leşkeran derneketiye. Di rpora yekîneya leşkerî de tê gotin, qalikê vala yê fîşekê yê leşkeran e. Di nava heman raporê de du îdîayên nakok hene. Di lêgerîna sê caran a bi dedektorê de qalikê vala nehate dîtin, lê di du lêgerînên piştî sê rojan de hate dîtin. Di heman demê de şopa lastîkên wesayita leşkerî jî hate dîtin.
LEŞKER ÇIMA KETIN ODEYA OTOPSIYÊ?
Li gorî xizmên Dûrdû, di dema otopsiyê de 3 leşker ketin hundir û ji ber nerazîbûnê piştî demekê neçar man derkevin derve. Li holê qalikê fîşekê heye lê çek nîne. Dibêjin, ev fîşek ji çekên leşkeran nehatiye teqandin. Malbat li bersiva vê pirsê digere: Seyîthan Dûrdû bi fîşeka ji kîjan çekê hate kuştin? Qalikê vala yê fîşeka ku 2 rojan nehate dîtin, çawa çêbû ku roja sêyemîn hate dîtin? Fîşeka nehate dîtin, çawa hate tespîtkirin ku ne ya leşkeran e? Jendermeyên ku lêpirsînê dimeşînin, gelo dikare bê alî tevbigerin?"