Têkoşîna Sûrma Xanim a Colemêrgî
Sûrma Xanim a Colemêrgî hemû sirgûn û qetlîamên dema Qirkirina 1915’an û piştî wê tomar kir, li ser navê gelê Asûrî-Suryanî tevlî civînên navneteweyî bû, li gelek navendan hate qebûlkirin.
Sûrma Xanim a Colemêrgî hemû sirgûn û qetlîamên dema Qirkirina 1915’an û piştî wê tomar kir, li ser navê gelê Asûrî-Suryanî tevlî civînên navneteweyî bû, li gelek navendan hate qebûlkirin.
Colemêrg a xwedî dîrok û civakek qedîm, gelek jinên bihêz lê jiyane. Parka Sûrma Xanim a sala 2013’an li ketina Colemêrgê ji aliyê Şaredariya HDP’ê ya Colemêrgê ve hatiye avakirin heye. Erê navê jinekê li parkekê hatiye kirin, lê Ev Sûrma Xanim kê ye?
JIYANA WÊ BI TÊKOŞÎNÊ DERBAS BÛYE
Nivîskar Îhsan Colemêrgî ku xwediyê 8 pirtûkan e, têkoşîn û serpêhatiya Sûrma Xanim vedibêje.
Colemêrgî got ku Sûrma Xanim 27’ê Çileya 1883’an li Qudşanis (Konak) hatiye dinê û wiha got: “Zaroka 8’an a herî mezin a malbata Patrîka Dêra Asûrî ya Rojhilat e. Sûrma Xanim hê dema zarok bû bi cudabûna xwe li ber çavan bû. Zarokek zîrek, xwedî karekterekî welê bû ku ne dirawestiya. Navê wê yê rast Sûrma d Bayt Mar Şamûn bû, lê xelkê Colemêrgê ji bo wê dibêjin ‘Sûrma Xanim’. Ji aliyê Mîsyona Canterbûry a li Colemêrgê ve hate perwerdekirin. Sûrma d Bayt Mar Samcûn a di asta herî pêş de zimanê îngilîzî dizane, derfetê dibîne ku ji nêzîk ve cîhana rojava binase. Di demekê de şer û hejarî di nava hev de diborî, dikeve nava têkoşînê. Tevlî hemû civîn û hevdîtinên gelê Asûrî-Suryanî yên herêmê tên kirin dibe, tevlî konferansên navneteweyî dibe. Ji bo gelê neçarî koçberiya zehmet bûyî têkoşînê dike.
KOÇBERIYA 80 HEZAR SURYANIYAN
Suyaniyên li Colemêrg û derdorî wê sedê salan bi gelê Kurd re dijîn, di serî de ji ber Osmanî û planên delweta Tirk ê piştre hatî avakirin, neçar man ku bên sirgûnkirin. Suryaniyên di navbera salên 1923-24’an ji ber qetlîamên hatin kirin neçar man ku bikevin ser rêya koçberiyê, piştî vegeriyan ser erdên xwe, demekê leşkeran zext lê kirin. Salname dema 13’ê Tebaxa 1924’an nîşan didea, rapora ku ji aliyê Serfermandarê Tirkiye ve hate amadekirin û piştî rojekê ya li Desteya Wezîran hate erêkirin û şûnde bi biryara hate girtin li ser herêmên ku Suryaniyên Rojhilat-Rojava vegeriyabûn êrîşan destpê kir.
Li dijî Sûriyeyên Suryaniyên Rojhilat ên Colemêrg, Belkê, Oremar, Çelê, Amadiye û derdorî wê, 12’ê Îlonê û 26’ê Îlona 1924’an êrîş û qetlîam ketin meryetê. Di êrîşan de bi sedan Suryanî hatin qetilkirin, dêr hatin talankirin, gelek jîngeh hatin wêrangkirin. Di encam ‘Sirgûna Colemêrg’ nêzî 80 hezar Suryaniyên Nastûrî-Rojhilat ketin ser rêya koçberiyê
TIŞTÊN QEWIMÎN KIRIN PIRTÛK
Sûrma d Bayt Mar Şamûn bi pirtûkên bi navê ‘Hewara Nînowa’, ‘Kevneşopiyên Dêra Asûr a Rojhilat’ û ‘Qatilê Patrîk Mar Şamûn’ qetlîam û êrîşên di dema qirkirinê de li ser Suryaniyan hate kirin, gihande roja me ya îro. Srma Xanim bi van pirtûkan derbarê êrîş û pêşketinên erîfeya qirkirinê de rû dane agahî dide, diyar dike ku bi sedan carî gundên ku Xiristiyan lê dijiyan hatine valakirin, bê sedem welatî ji malên wan hatine derxistin, destnîşan dike ku bûyerên dişibe vê li gundê Bala, Kalanis, her wiha li gund û zozanên Şemzînanê jî heman tişt rû didin.
TEVLÎ KONFERANSÊN NAVNETEWEYÎ DIBE’
Sûrma Xanim hemû sirgûn û qetlîamên dema Qirkirina 1915’an û piştî wê tomar kir, têkildarî gelê Asûrî-Suryanî tevlî civînên navneteweyî bû, ji bo başkirina rewşa gelê ku neçarî koçberiyê hatî kirin, têkoşînê dike.
DEST DADININ SER HET TIŞTÊ WAN
Surman Xanim a li ser bûyerên demê yên girîng agahî dide, diyar dike ku het tiştê di destê wê de ji aliyê Osmaniyan ve tê desteserkirin. Sûrma Xanim wiha dibêje; ‘Li Şemzîna, Nordûz, Albaq, Mar Bîso, Îyîl, Gawarê eynî tişt rû dan. Êrîşî gunda dikin, jin û mêr direvînin û dikujin.’ Vê jî bi civîna 5 rojan ku rûspiyên netewî, biryara qetlîam û şer eşkere dike, heman demê rojên tarî ên siberojê rû bidin jî diyar dike.
Sûrma Xanim got: “Malên me yên berî hezar salan ku li ser parşomen hatiye nivîsîn, pirtûkên em yê ji wê demê hatî veşartin hatin windakirin. Mal, ax û rezên me di destê dijmin de wêran bûn’ piştî şer weke qasid tê qebûlkirin û di serî de ji aliyê Qesra Spî û ji aliyê Şahjina Îngiltereyê ve tê vexwendin û qebûlkirin. Tevlî Konferansên Parîs û Londonê dibin.”
LI EMERÎKAYÊ WEFAT DIKE
Piştî ‘Sirgûna Colemêrgê’ sala 1933’an derbasî Iraqê û sala 1952’an bi malbata xwe re li Qibrisê dijî û piştî demek kin a derbasî Îngîltereyê diçe Emerîka. Sûrma Xanim 6’ê Kanûna 1975’an li Kalîforniyayê wefat dike.”