BI DÎMEN

Hevşaredarên Wanê dest bi wezîfeyê kirin: Gelê ku li ber xwe da bi ser ket

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan wezîfe dewr girtin. Hevşaredaran, destnîşan kirin ku gelê ku li ber xwe da bi ser ket.

LI WANÊ HEVŞAREDARAN WEZÎFE DEWR GIRTIN

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bi merasîmekê şaredariyê ji Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê yê berê Mûstafa Avci ku qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin dewr girtin. Merasîm li avahiya şaredariyê hat lidar xistin û gelek kes tevlî bûn. Di merasîmê de ewil Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt axivî û wiha got: “Me bi bidestxistina 14 şaredariyan dîrokeke nivîsand. Xelkê Wanê bi îrade û berxwedana xwe du caran dîrok nivîsand. Em bejna xwe li hemberî vê îradeyê ditewînin. Ji dost û dijmin re em ê xizmeta xwe nîşanî her kesî bidin.”

'GELÊ WANÊ LI BER XWE DA Û BI SER KET’

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê yê berê Mûstafa Avci ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin jî wiha got: “Xelkê me berxwedaneke mezin raber kir. Gelek neheqî û bêexlaqî hatin kirin. Xwestin li vê derhiqûqtiyê deriyeke nû vekin, lê gelê me ew derî bi ser wan de girt. Êdî dema qeyûmekî tayîn dikin, dê gelek bifikirin û wisa tevbigerin. Xelkê Wanê mirûzê her kesî xweş kir. Bedelên giran da û xwedî rûmeteke mezin e. Ev bexwedan, encama berxwedana şehîdan û têkoşîna me ye.”

‘EV KED A GELÊ ME YE, EW BI SER KETIN’

Hevşaredar Zeydan, jî ev tişt anî ziman: “Gelê me tu caran qeyûm nepejirand û li cem partiya xwe cih girt. Me her 14 şaredarî jî xespa qeyûman rizgar kirin û kirin şaredariyên gel. Ev ked a gelê me ye, ew bi ser ketin. Em ê bi hev re vê şaredariyê birêv bibin û dest bi xizmetê bikin. Roj roja xebatê ye.”

‘TU TIŞTEK JI ÎRADEYA GEL MEZINTIR NÎNE’

Herî dawî jî hevşaredar Şedal axivî û wiha got: “Tu tiştek ji îradeya gel mezintir nîne û tu kes nikare xesp bike. Ev berxwedan nîşan dide bê ka îradeya gelê me çiqasî mezin e. Me di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bedelên giran dan. Hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Em ê rêya wan bişopînin. Em ê ji gelê xwe re xizmetê bikin. Em ê keda xwe ji xespa qeyûman rizgar bikin. Em ê bajarê xwe bikin navenda jin, ciwan, ekolojî û hilberandinê. Serkeftin a gelê Wanê ye.”

Piştî axaftinan jî peywir hate dewrkirin.