Hevşaredaran kûlûbeya ‘ewlehiyê’ rakirin
Hevşaredarên Hezexê kûlûbeta ‘ewlehiyê’ ya li cihê ketina şaredariyê hatî bicihkirin, rakirin.
Hevşaredarên Hezexê kûlûbeta ‘ewlehiyê’ ya li cihê ketina şaredariyê hatî bicihkirin, rakirin.
Di hilbijartinên 31’ê Adarê de li navçeya Hezex a Şirnexê namzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Dogan Adibellî û Turkan Kayir bi rêjeya 71,27 dengan hatin hilbijartin. Hevşaredaran dest bi wezîfeya xwe kirin.
Hevşaredarên DEM Partiyê weke karê destpêkê, kûlûbeya ku ji aliyê qeyûman ve bi hinceta ‘ewlehiyê’ li cihê ketina şaredariya hatî bicihkirin, bi makîneyên kar rakirin.
Hevşaredarê Hezexê yê DEM Partiyê Dogan Adibellî ev tişt got: “Me kûlûbeya ‘ewlehiyê’ ku ji aliyê qeyûm ve qaşo bi ji ber ewlehiyê li cihê deriyê ketina şaredariya me hatî bicihkirin, rakir. Şaredarî mala gel bi xwe ye ku her tim dikare bikeve hundirê wê.”