Li Kerboranê deng wê ji nû ve bên hejmartin

Lijneya Hilbijartinê ya Mêrdînê li ser îtîraza AKP'ê biryar da ku dengên navçeya Kerboranê ya ku DEM Partî bi ser ketibû ji nû ve bê hejmartin.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Lijneya Hilbijartinê ya Mêrdînê li ser îtîraza AKP’ê biryara jinûve hejmartina dengên Kerboranê ya ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hatibû bi dest xistin, da. Li gorî agahiyên ji parêzerên DEM Partiyê hatine girtin; Lijneya Hilbijartinê ya Mêrdînê biryara jinûve hejmartina dengan ji Lijneya Hilbijartinê ya Kerboranê re şand. Hat diyarkirin ku dê sibê li Kerboranê deng jinûve bên hejmartin.

Li Kerboranê di hilbijartinên xweciî yên 31'ê Adarê de, tevî ku desthilatê 571 hilbijêr ji derve anîn jî namzetên DEM Partiyê bi ser ketin. DEM Partî ji 6 hezar û 559 dengan ji sedî 49,59, AKP'ê jî bi 5 hezar û 828 dengan ji sedî 43,60 dengan stend. Namzetê AKP'ê Mehmet Cuneyt Aksoy bi hinceta ku ferqa 731 dengan kêm e bi dawaza jinûve hejmartina dengan serî Lijneya Hilbijartinê ya Kerboranê dabû û lijneyê ev daxwaz red kiribû. AKP’ê piştre serî li Lijneya Hilbijartinê ya Mêrdînê da.