DEM Partî li benda encama serlêdana Bedlîsê ye: Em şopdarê wê ne

Endamên DEM Partiyê li Bedlîsê li benda encama serlêdana YSK'ê ya ji bo jinûve jimartina dengên nederbasdar in ku ferqa dengan 198 e. 

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de li Bedlîsê namzetê AKP’ê bi ferqekî bi qasî 198 dengan bi ser ket û 2 hezar û 18 deng jî nederbasdar hatin qebûlkirin. DEM Partiyê jî ji bo deng jinûve bên hilbijartin li lijneyên hilbijartinê yên navçe û bajar îtîraz kir lê hatin redkirin. Li ser vê yekê serî li YSK’ê da. 
DEM Partiyî li benda biryara YSK’ê ne ku îro civiyaye. Têkildarî mijarê jî li bajar daxuyanî hate dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê Huseyîn Olan, Bêrîtan Guneş û Kamûran Tanhan jî tev li bûn. Kamûran Tanhan di daxuyaniyê de got ku desthilata li ser olê siyasetê dike, dev ji hîleyan bernade.
Tanhan wiha domand: “Namzetên ji vê kevneşopiyê tên jî bêyî şerm bikin, mazbata girtin. Dizîna îradeya gel bêexlaqî ye, sûc e. Îtîrazên AKP’ê yên li bajarên lê duyemîn derketî hatin qebûlkirin lê yên me nayên qebûlkirin. Fikr û ramanên cuda tune dihesibînin.”
Parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan jî têkildarî pêvajoya heyî xelkê bajar agahdar kir. Olan got ku di navbera dengên wan û AKP’ê de ferqekî pir biçûk heye û wiha bi dawî kir: “Em ê dev ji vê meseleyê bernedin. Em bawerin ku gelê Bedlîsê xwedî li îradeya xwe derketiye. Gelemperiya dengan wergirtin. Hin kesên tenê roja hilbijartinê hatin û dengê xwe dayîn hene. Ev kes qedera vî bajarî diyar dikin. Lewma divê em xwedî li vîna xwe derkevin.”