DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da

Li Xelfetî ku biryara nûkirina hilbijartinan hatibû dayîn, DEM Partiyê îtîraz li YSK’ê kir.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo betalkirina biryara nûkirina hilbijartina Xelfetiyê serî li Lijneya  Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. Di serlêdana ku li ser navê Hevşaredarê DEM Partiyê Mehmet Karayilan de hat kirin de bi bîr xist ku Lijneya Hilbijartinê ya Xelfetiyê serlêdana AKP’ê red kiriye û hat gotin ku di sindoqên bi hejmarên 1081, 1082, 1083, 1084, 1095, 1069, 1086, 1049, 1040 kêmanî tune ne. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku di saet 06.30'an de beriya ku dema dengdayînê dest pê bike li ser sindoqên 1050 û 1051 ên taxê, rêveber û muşahîdên sindoqan ji aliyê komeke qelebalix ve ji sindoqê hatin dûrxistin û zerfên ji berê hatibûn amadekirin hatin hilgirtin. Hat destnîşankirin ku di du sindoqên ku tên behskirin 490 dengên din ji bo AKP'ê hatine nivîsandin û îdiayên şewitandina dengan bêbingeh in.


‘DEMA KU ENCAMA HILBIJARTINÊ DIJ WAN BÛ ÎTÎRAZ KIRIN’

Di daxwaznameyê de hat gotin ku Şaredar û namzetê AKP'ê Şeref Albayrak û kesên pê re dema fêm kirine ku encama hilbijartinê li dijî wan e, hewl dane hilbijartinê betal bikin û nû bikin. Di beşa encamname û daxwaznameyê de ku tê gotin îtîrazên AKP’ê ne li gorî rêgezê ne, ev tişt hatin gotin: “Qebûlkirina îtîraza me ya li dijî biryara Lijneya Hilbijartinê ya Rihayê ya di 5’ê Nîsana 2024’an û Biryara jimare 2024/31 û rakirina biryarên wan, redkirina îtîraza namzetê AKP'ê ya 1050 û 1051 ji aliyê me ve derbasdar e. Em daxwaz dikin ku li gorî îtîrazên me yekgirtinê bê sererastkirin û di biryarnameyê de bê nivîsandin.”