BI DÎMEN

DEM Partiyê deriyê odeya şaredar jê kir

Hevşaredarên Akdenîzê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz piştî wergirtina mazbataya xwe hatin şaredariyê û deriyê odeya şaredar jê kirin.

Hevşaredarên Navçeya Akdenîz a Mêrsînê yên ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê mazbataya xwe wergirtin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan û bi sedan kes jî bi hevşaredaran re bûn.

Piştî wergirtina mazbatayan, hevşaredar Arslan got ku gelên navçeya Akdenîzê bersiv daye şaredarê berê. Arslan, got ku ew bi hev re bi ser ketine û dê bi hev re birêve bibin.  

Hevşaredar Sariyildiz jî ev tişt anî ziman: “Li Akdenîzê baweriya me ya bi demokrasiyê careke din aj da. Em ê li Akdenîzê şaredarîvaniyeke mînak nîşan bidin. Dê Akdenîz bibe navenda pirçandiyê, pirzimanî û pirolîtiyê. Em ê vê bi gelê xwe re bikin. Em ê bi feraseteke yekperest tevnegerin.”

Piştî wergirtina mazbatayan, hevşaredar bi girseyî derbasî avahiya şaredariyê bûn. Arslan û Sariyildiz ji hêla xebatkarên şaredariyê bi çîçekan hatin pêşwazîkirin. Weke karê ewil jî hevşaredaran deriyê meqamê şaredar jê kirin.

Piştre jî li pêşiya şaredariyê pîrozbahî hat lidarxistin.

MÊRDÎN

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr ên di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de ji partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan hatin hilbijartin, bi sedan kesan re derbasî avahiya şaredariyê bûn. Xebatkarên şaredariyê bi hezaran kesên li gel dahol û zirneyê derbasî avahiya şaredariyê ya li taxa Îstasyonê bûn pêşwazî kirin. Hevşaredar Turk û Devrîm li vir ji girseyê re axivîn. 

Demîr, bi lêv kir ku gel xwedî li pêvajoyê û vîna xwe derket û wiha got: “Li dijî kesên ku 8 sal in hewl didin vîna gel bin pê bikin gelê me vîna xwe danî holê.” Demîr anî ziman ku şaredarî şaredariya gel e û diyar kir ku weke roja ewil soz dan dê şaredariyê bi gel re bi rê ve bibin.

Ahmet Turk ê pişt re axivî jî diyar kir ku di hilbijartinên 31’ê adarê de bi hev re têkoşiyan û serkeftineke mezin bi dest xistin û wiha gotin: “Ev serkeftin tenê ne ya gelê kurd e, ya gelên ereb, suryan, tat, mihelmî ye. Bi tevkariya wan bi awayekî xurt ji hilbijartinê derketin. Em ê rêveberiyeke layiqî Mêrdînê ava bikin. Ji ber ku Mêrdîn bajarekî pir çand û bawerî ye. Em ê bi rêxistinên sivîl ên civakî, bi gelê xwe û bi Konseya Bajêr re pêdiviyan diyar bikin û ji gelê xwe re xizmetê bikin.”

Piştî axaftinan derbasî hundirê şaredariyê bûn.