Mehmet Karayilan: Xelkê Xelfetiyê wê rê nede zihniyeta nîjadperest

Li navçeya Riha ya Xelfetiyê, li ser îtîraza AKP’ê biryar hat dayîn hilbijartin jinûve were kirin. Hevserokê Xelfetiyê yê DEM Partiyê Mehmet Karayilan anî ziman ku dewletê bi hemû derfetên xwe bêûsilî kir.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Hevserokê Xelfetiyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Karayilan têkildarî hilbijartina li Xelfetiyê hate betalkirin, ji ANF’ê re axivî.

Karayilan diyar kir ku li Xelfetiyê tevî dengên blok jî bi ser ketin û ev tişt got: “Dixwazin em şaredariya xwe ji dest bidin. Bila gelê me qet bêhêvî nebe, bila di doza bimaf de ji berxwedana xwe paşde nemînin. Gelê me wê xwedî li partî û îradeya xwe derbikeve. Gumana ti kesê ji vê yekê nebû, wê ji vir û şûnde jî nebe. Li Xelfetiyê ev hilbijartin ne pêvajoyeke hilbijartinê ya normal bû. Mîna di raya giştî de jî hatî dîtin, derdora 400 deng bi rengekî organîzeyî ji aliyê zihniyeta qeyûm ve hatin veguheztin. Tevî hemû îtîrazan jî, îtîrazên me nehatin qebûlkirin.

Dewletê hemû derfetên xwe bi kar anî û şantaj kir, gef xwarin û 3000 tl pere li 5000 kesan belav kir. Afîş û pankartên me, alên me bi rengekî çetewarî şevê hatin jêkirin. Roja hilbijartinê namzetê nûnerê zihniyeta qeyûm Albayram ji bajarekî cuda nêzî 100 endamên mafyayê anî û li ser serê van çeteyan çû gundan bi ser dibistanan de girt, wezîfedarên sindoqan derb kir û dengên blok bi kar anî. Tevî ku ev rewş hemû bi dadgerê Xelfetî, dozger û midûrê wê yê emniyetê re hate nîqaşkirin jî, weke temaşevan ma. Herî kêm 1000 dengên blok hatin bikaranîn. Tevî ku ev rewş li desteya hilbijartinê jî hate îtîrazkirin, ev dengên bêûsil ji AKP’ê re hatin nivîsîn. Lê gelê me tevî vê yekê jî bi ferqa 906 dengan şaredarî bi dest xist.”

‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA HIQÛQÎ BIMEŞÎNIN’

Hevserokê Xelfetiyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Karayilan destnîşan kir ku zihniyeta AKP’ê ya faşîst tehemûlî vê encamê nekir û ragihand ku çi dibe bila bibe wê gel rê nede vê zihniyeta nîjadperest. Karayilan Xelfetî xwedî nirxekî sembolîk e û wiha got: “Em ê di pêvajoya fermî de têkoşîna xwe ya hiqûqî bimeşînin. Çima evane hemû li Xelfetiyê diqewimin. Xelfetî cihê jidayikbûna rêbertiya gel û tevgera azadiya Kurd e, lewma ji bo gelê me xwedî wate û nirxekî sembolîk e. Çi dibe bila bibe, hilbijartin jinûve jî bên kirin gelê me wê qet rê nede vê zihniyeta diz û xespkar.”