ANALÎZ

Bêje tu ji ku yî?

Erdogan niha dibîne ku di hilbijartinan de têk çûye û hevpeymanên wî jî li başûrê Kurdistanê ji tirsa têkçûnê hilbijartinê boykot dikin. Ji bo ku xwe û hevkarên xwe ji vê qeyranê rizgar bike, ji bilî şer tu rêyeke din ji bo xwe nabîne.

ANALÎZ TÊKILDARÎ HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Ev gotin gotina pîremêrekî Kurd e ku rastiya hilbijartinên li bakurê Kurdistanê bi zimanê herî sade ji her kesî re got. dîmenê ku pîremêrê Kurd vê gotinê dibêje, tê de gelek kesên sivîl li Şirnexa bakurê Kurdistanê ketibûn dora dengdanê. Pîremêr dizane ku ev hemû kes hilbijêrên veguhastî ne û tu yek ji wan ne Kurd e. Pîremêr bi hêrseke mezin nêzîkî wan dibe û dixwaze wan bide axaftin da ku dek û dolaba AKP’ê ya ji bo dagirkirina şaredariyên bakurê Kurdistanê aşkera bike. Ji wan kesan re dibêje, “Bêje, tu ji ku yî?”. Ev kes ku diyar e leşker in, kirtinî bi wan nakeve. Ji ber ku ne Kurd in û bi Kurdî nizanin û tenê erka wan ew e ku werin û li bajarekî Kurdan dengê xwe bidin AKP’ê û paşê vegerin bajarên xwe yên li Tirkiyeyê. Bê guman mirov tu carî nikare vê vîdyoyê di kanalên AKP’ê û kanalên Barzaniyan de bibîne, lê belê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê kes nemaye ku ev vîdyo nedîtibe. Ev vîdyo di rastiya xwe de tabloya rasteqîne ya hilbijartinên li bakurê Kurdistanê ye. AKP’ê heta niha bi rêya qeyûman dest bi ser şaredariyên bakurê Kurdistanê de digirt.

Nêzîkî sed şaredarên hilbijartî bi zorê dihatin dûrxistin û li cihê wan bi dilê xwe kesek dadianî. Gava ku dît êdî ev yek bi kêr nayê, hat û şêwaza xwe guhart. Bi dehan hezar kes ji leşkeran bigire heta karmend û hilbijêrên AKP’yî bi planeke rêxistinkirî rojek berî hilbijartinê bi balafir û otobusan ji Tirkiyeyê bo bakurê Kurdistanê hatin veguhastin û dengên xwe dan berbijêrên AKP û Hudapar’ê. Di heman rojê de vegeriyan bajarên xwe. Ji ber van hilbijêrên veguhastî AKP’ê karî dest bi ser şaredariyên Şirnex, Bidlîs, Qers, Çewlig û çend bajar û bajarokên din ên bakurê Kurdistanê de bigire. Lê belê serkeftina DEM Partiyê ew qas mezin bû ku vê dek û dolabê nekarî rê li ber têkçûna AKP’ê ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bigire. Ew serkeftina ku AKP’ê di van çend bajaran de bi dest xist, tu wateyeke wê nîn e. Ji ber ku AKP êdî li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê têk çûye. Eger AKP’yek li Kurdistanê mabe, tenê bi rêya leşker û polîsan maye û tiştek bi navê girseya AKP’ê nemaye. Wekî berfa biharê her ku diçe zêdetir û zêdetir dihele. Ev rewşa ku AKP tê de ye, ne taybetî Kurdistanê ye. AKP piştî 22 sal ji hikumraniya xwe û tevî bikaranîna hemû derfet û îmkanên dewletê, piranî li Tirkiyeyê ji dest da û kete paş CHP’ê. Gelek kes vê rewşa AKP’ê şîrove dikin. Çima wisa lê hat? Nihêniya bersiva vê pirsê li ba Kurdan û pêwîst dike ku em ji bo bersiva vê pirsê hinekî vegerin dîroka AKP’ê ya siyaseta herêmî û navneteweyî.

Dewleta kûr a Tirkiyeyê û hêza Gladyoya NATO’yê gava ku dîtin ku tenê li ser retorîka neteweperest a Devlet Bahçelî yan li ser retorîka sosyal demokrat a Bulent Ecevit nikarin tevgera Kurd a azadîxwaz ji nav bibin û paradîgmaya Rêber Apo bêbandor bikin, biryar dan ku partiyeke bi xuyang Îslamî, demokrat û lîberal ava bikin da ku bikarin li ser bingeha retorîka Îslamî ji hêlekê ve bala piraniya Kurdan bikêşin û bi şîroveyeke şaş a dîn nasnameya dîrokî, çandî û neteweyî ya Kurdan tune bikin û ji hêla din ve jî bi operasyonên leşkerî gerîla û hemû destkeftên Kurdan tune bikin. Ev yek planeke piralî û pirrehend e ji bo qirkirina Kurdan. Lewma wan Erdogan erkdar kir û ev kes berî ku beşdarî hilbijartinê bibe, hat hilbijartin. Çinku hê tu pozîsyoneke wî ya fermî tune bû, li Koşka Spî ji hêla George Bush ve mazûvanî lê hate kirin. Piştre bi senaryoyekê Devlet Bahçelî ji hikûmeta Ecevit vekişiya û hikûmet hilweşand. Ji ber vê yekê hilbijartina pêşwext hate kirin û AKP’ê hikûmet girte dest. Bi dirêjahiya van 22 salan hemû NATO û Yekîtiya Ewropayê û Emerîka, ango mîratgirên Peymana Lozanê, ji bo ku têkoşîna azadîxwaz a Kurdan ji nav bibin, her cure piştgiriyek pêşkêşî Erdogan kirin. Ji bo ku Erdogan vê erka xwe bi serkeftî pêk bîne, lambeya kesk jê re vêxistin. Wî jî her rê û rêbazek ceriband. DAÎŞ ava kir û xwedî kir. Sûriye û Iraq bi xwînê sor kir, rojava û başûrê Kurdistanê dagir kir. Kesî negot tu çima wisa dikî? Li Iraq û başûrê Kurdistanê ji axa Lubnanê zêdetir rûberek dagir kiriye û kes li dijî wê dernakeve. Bi zora Emerîkayê dewleta Iraqê bêdeng kiriye. Her roj li başûr û rojavayê Kurdistanê bi dronan Kurdan dikuje, kes vê yekê şermezar nake. Bi dehan hezar Kurd di zîndanan de rehîn hatine girtin. Haya tu kesî ji wan tune ye. Kes li hember vê yekê helwesteke cidî wernagire. Xwedî û mîratgirên Lozanê ev erk daye Erdogan û ji bo serkeftina wî amade ne ku hemû tawanên Erdogan perdepoş bikin. Eger minminekê bikin jî, ew jî tenê ji bo wê yekê ye ku raya giştî bixapînin.

Erdogan ji bo ku vê erka xwe pêk bîne, hemû çavkaniyên aboriyê yên Tirkiyeyê bi kar anîn. Niha gelek şîrovekarên siyasî gava ku behsa sedemên têkçûna Erdogan a di hilbjartinên xwecihî de dikin, rewşa jiyan û aboriya gel wek sedemên serekî nîşan didin. Lê belê ev şîrovekar û çavdêr ku hemû doktor, profesor û lêkoler in, qet behsa pirsgirêkeke serekîtir nakin. Ji ber ku naxwazin nanê xwe bibirin. Pirs ev e çima aboriya Tirkiyeyê rastî rewşeke wiha hatiye? Gelo Tirkiye ne endama G-20’ê ye û yek ji aboriyên herî mezin ên cîhanê nîn e? Ma desthilatdarên Tirkiyeyê beşdarî hemû civînên Davos, NATO û Munîhê nabin? Ma her tim ji Bankaya Cîhanê deyn nagirin? Ma sermayeya Xelîcê nayê Tirkiyeyê? Ma her sal Emerîka û Xelîc bi milyaran dolar nadin Erdogan? Ma salane bi milyonan geştyar ji seranserê cîhanê berê xwe nadin Tirkiyeyê? Ma hemû çavkaniyên avî yên Rojhilata Navîn (Dîcle û Firat) ne li Tirkiyeyê ne? Ma Tirkiye ne pira bazirganiyê ya di navbera Ewropa, Asya, Rûsya û Efrîkayê de ye?

Ev pirs hemû wê rastiyê nîşanî me didin ku Erdogan ev hemû aborî di tiştekî din de xerc dike. Li gorî raporteke saziyeke Brîtanî ya bi navê Democratic Progress Institute Tirkiyeyê heta sala 2021’ê sê trilyon û 630 milyar dolar di şerê li dijî Kurdan de xerc kiriye. Eger em lêçûnên van operasyonên sê salên dawî bigirin ber çavan, em dikarin bibêjin ku ev pere niha nêzîkî 5 trilyon dolar bûye. Gava ku ji Erdogan dipirsin “Pîvaz çima biha bûye?”, Erdogan dibêje “Hûn dizanin guleyek bi çi qasî ye?” Ew gule ji bilî Kurd û Kurdistanê li kê û li ku dikevin? Ango bi aşkera dibêje ku hemû aborî û pereyên Tirkiyeyê ji bo kirîna gule û çek û teqemeniyê xerc kirine da ku Kurdan pê qir bike û welatê Kurdan dagir bike. Erdogan ji bo ku vê erkê pêk bîne, anîne ser desthilatdariyê. Ew şeva ku encamên hilbijartinê û têkçûna Erdogan hate ragihandin, Erdogan bi şeva nîv şev civîneke girseyî li dar xist û got ku ew ê dagirkirina başûr û rojavayê Kurdistanê bidomînin. Li vir wê peyamê dide ku “Encama hilbijartinê her çi be, ez ê li ser vê erka xwe berdewam bim ku bi min hatiye spartin.”

Bi liberçavgirtina van rastiyan, em dikarin bi hêsanî wê xalê destnîşan bikin ku berxwedana gelê Kurd a li hember êriş û zilma Erdogan sedema serekî ya têkçûn û binkeftina Erdogan e. Ev berxwedan di hin navendan de gurtir bûye. Lûtkeya wê li Îmraliyê ye ku Rêber Apo 25 sal in li hember hemû êşkence û zextên dewleta Tirkiyeyê û sîstema Ewropayê ya neadil li ber xwe dide û bûye çavkaniya hêz û moralê ji bo gelê Kurd û hemû kesên azadîxwaz.

Navendeke din a berxwedana çiyayên Kurdistanê ye ku niha li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê gihîştiye lûtkeyê. Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji payîza sala 2023’yan û pê ve di nav dijwartirîn şert û mercan de operasyonên pir serkeftî li dijî artêşa Tirkiyeyê ya dagirker pêk tîne û selmand ku îradeya berxwedêr dikare bi ser hemû teknîk û çekên pêşketî de zal bibe û artêşa Siltan têk bibe. Dîmenên jinavbirina baregehên artêşa Tirk a dagirker moral da hemû gelê Kurdistanê û tirs xiste nav siyaset û artêşa Tirkiyeyê. Ew dronên ku Erdogan pesnê wan dida û wek qijikan asimanên Kurdistanê dagir kirine, hêdî hêdî dikevin bin solên gerîla. Gerîla karî bi hêz û îradeya xwe ya afirînerane çekên dijebalafir çêke û wek mizgîniya Newrozê pêşkêşî gelê welatparêz bike. Gelê Kurd bi wê morala ku ji berxwedana Îmraliyê û ji berxwedana gerîla wergirt, Newroz kire lûtkeya derbirîna îradeya xwe û bi awayekî biheybet ji Qendîlê bigire heta Luristan û Îlam û Makû û Heleb û Kobanî û Amed û Stenbol û Ewropayê, li hemû Kurdistanê pîroz kir. DEM Partiyê jî rojeva xwe li gel rojeva gelê Kurd kire yek, ango rakirina tecrîda li ser Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wek armanca sereke ya têkoşîna xwe destnîşan kir.

DEM Partiyê li ser vê bingehê du stratejî ava kirin. Stratejiya yekem stratejiya hevpeymaniya li gel hemû çîn û hêz û aliyên siyasî yên li bakurê Kurdistanê bû. Stratejiya duyem jî stratejiya hevpeymaniya li gel hêzên çep û demokrasîxwaz ên Tirkiyeyê bû. DEM Partiyê wek xeta sêyem a siyaseta Tirkiyeyê li hemû bajar û bajarokan berbijêrên xwe diyar kirin, lê belê bi hevpeymanî û hevdengiya li gel wan aliyên ku li dijî faşîzma Erdogan û Bahçelî diyar kirin.

Helbet pêwîst e em wê rastiyê bizanin ku rejîma faşîst a Erdogan û Bahçelî dixwazin tolê bistînin û wisa bi rehetî dest ji siyaseta qirkirina Kurdan bernadin. Lewma pêwîst e her kes li dijî planên Erdogan hişyar be. Bila ji bîra me neçe ku di hilbijartinên 2015’an de jî heman tişt bi ser Erdogan de hat. Wê demê ji bo tolhildanê gazî DAÎŞ’ê kir û li nav bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek teqînên xwekujiyê pêk anîn û bi sedan kes hatin şehîdkirin. Her wiha piştî mehekê di salvegera Peymana Lozanê de pêvajoya aştiyê xera kir û şerekî seranserî da destpêkirin ku heta niha berdewam dike. Yekemîn peyama Erdogan a li piştî hilbijartinên par û îsal jî şer û operasyon bû li dijî tevgera azadîxwaz a gelê Kurdistanê.

Erdogan niha dibîne ku di hilbijartinan de têk çûye û hevpeymanên wî jî li başûrê Kurdistanê ji tirsa têkçûnê hilbijartinê boykot dikin. Lewma ji bo ku hem xwe û hem jî hevpeymanê xwe ji vê qeyranê rizgar bike, ji bilî şer tu rêyeke din ji bo xwe nabîne. Li vir erk dikeve ser milên hemû hêzên welatparêz û azadîxwaz li Iraq û li başûrê Kurdistanê. Ev yek çawa bi ser dikeve? Navnîşan li Wana bakurê Kurdistanê ye, remza serkeftina berxwedanê ye.