Hilbijartinên Bedlîsê birin YSK'ê: AKP di hilbijartinê de bi ser neket

Piştî serlêdana DEM Partiyê ya ji bo jinûve hejmartina dengan a li navenda Bedlisê hat redkirin serî li YSK’ê da û got, “AKP di hilbijartinê de bi ser neket.”

SERLÊDANA YSK'Ê

Di hilbijartinên xwecihî de yek ji bajarên ku bi hezaran leşker û polîs weke “hilbijêr” lê hatine veguhestin jî Bedlîs bû. Di hilbijartinê de AKP’ê 8 hezar û 900 û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî 8 hezar û 702 deng stand. Tevî hilbijêrên li bajar hatine veguhestin jî tenê 188 deng ferq derket. Di heman demê de 2 hezar û 18 dengên DEM Partiyê nederbasdar hatin hesibandin.
 
Ji bo deng li tevahiya Bedlîsê jinûve bên hejmartin, Rêxistina DEM Partiyê ya Bedlîsê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr da lê ev îtîraz hate redkirin. Parlamenterên DEM Partiyê Ceylan Akça, Berîtan Guneş û Huseyîn Olan li ser vê yekê derbasî edliyeyê bûn. Gelek welatî jî beşdar bi wan re çûn. DEM Partiyê li ser îtîraza wan hate redkirin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da. 
 
‘MALBATÊN CERDEVANAN ANÎN NAVENDÊ’ 
 
DEM Partiyiyan biryara lijneya hilbijartinê protesto kir. Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan bi lêv kir ku roja hilbijartinê malbatên cerdevanan veguhestine navendê û wiha got: “Roja hilbijartinê serî li hin hîleyan dan. Bi çekan ketin polên ku sindoq lê ne, zext li endamên sindoqan kirin. Hêj hilbijartin xelas nebûyî gotin hilbijartin qezenc kirine. Ev di heman demê de sûceke, afirandina ferasetê ye.”
 
Olan bi lêv kir ku li hin bajaran serlêdanên desthilatê hatine qebûlkirin lê serlêdanên wan nayên qebûlkirin û wiha got: “Divê demildest ev cotstandartî were bidawîkirin. Ev biryareke bêhiqûqî ye. Em ê serî li her derên pêwîst bidin.”
 
‘AKP DI HILBIJARTINÊ DE BI SER NEKET’  

 
Namzetê Hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bedlîsê Nezîr Karabaş jî wiha got: “Li her sindoqa ku gelê Bedlîsê lê hilbijêr bû AKP di sindoqê de ma. Lê li cihên ku hilbijêrên veguhestî lê hene jî AKP bi pêş ket. Lê AKP’ê weke gelek cihan li vir jî hewl da qezenc kir. Ev têre nekir. Di sindoqên ku hêzên ewlehiyê hatibûn veguhestin bi dehan deng nederbasdar derketin. Îro li taxên Beş Mînare û Husrev Paşa di her sindoqê de 30 40 deng hatin betalkirin. AKP di hilbijartinê de bi ser neket.”