‘Em ê nehêlin hûn îradeya me tune bihesibînin’

Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkun Parlak di çalakiya protestokirinê ya li ber Edliyeya Xelfetiyê de axivî û got, "Heta ku em encam negirin em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê nehêlin hûn vê îradeyê bi hêsanî tune bihesibînin."

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Rêveber û endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî biryara nûkirina hilbijartinên Xelfetiya ya ku di 5'ê Nîsanê de ji hêla Lijneya Hilbijartinê ya Rihayê hatibû dayîn de daxuyanî da çapemeniyê.

Endamên partiyê bi meş û daxuyaniya çapemeniyê biryara lijneya hilbijartinê protesto kirin û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê ji bo mafên xwe têbikoşin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Vezîr Parlak, Dîlan Kunt Ayan, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Rihayê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Girse li ber avahiya navçeya Xelfetî ya DEM Partiyê li hev civiya û heta Edliyeya Xelfetiyê meşiyan. Girseyê gelek caran bênavber dirûşmên "Qeyûmê diz, ji vir biceheme", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Bijî berxwedana Xelfetî" berz kirin. Welatî û esnafên ku derbas dibûn jî bi çepik, tilîlî û korneyan piştgirî dan meşê.


DÊ BI RENGÊ DEMÊ XWEŞIK BIBE

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemergê Parlak li ber avahiya Edliyeyê axivî û diyar kir ku hilbijartinên Kurdistanê di navbera DEM Partî û dewletê de pêk hatin. Parlak diyar kir ku pêvajoya hilbijartinê li tevahiya Kurdistanê di nava şert û mercên dijwar de derbas bû û got, "Yek ji cihê ku herî zêde lê hat hîskirin, bêguman Xelfetî bû. Neheqiya li vir li gelên Tirkmen, Ereb û Kurd û li hemû baweriyan hat kirin. “

Parlak anî ziman ku ev biryar darbeyeke bi armanca pêşîgirtina li jiyana hevpar a gelan e û got, “Belê, ev hilbijartin di derdorên demokratîk de nehat kirin. Me li hember xwe dewletê dît. Lê tu hêz wê nikaribe têkoşîna me ya bi hev re asteng bike. Heta ku em encamê bi dest bixin em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê nehêlin hûn vê îradeyê bi hêsanî tune bihesibînin." 

Namzetê Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan jî axivî û got, "Ya ku Xelfetiyê xweşik dike, wê rengên DEM'ê bin. Li hemberî vê feraseta ku heqaretê li vîna Xelfetî dike, em ê xwedî li vîna xwe derkevin."

Daxuyanî bi meşê bi dawî bû.