Hatîmogûllari: Li Şirnexê di roja hilbijartinê de ji du welatiyan yek leşker û polîs bûn

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Şirnexê axivî û got: “Li Şirnexê di roja hilbijartinê de ji du welatiyan yek leşker û polîs bûn. Desthilata AKP’ê vîna gelê Şirnexê bi leşker û polîsên xwe xesp kir.”

Di hilbijartinên rêveberiyên xwecihî yên 31’ê Adarê de AKP’ê li Şirnexê gelek bêusulî kirin û îtîrazên li dijî veguhestina dengan a li Şirnexê didomin. Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bêrîvan Kutlu û Haci Saltan bûn û di hilbijartinê de namzetê AKP’ê Mehmet Yarka bi 6 hezar û 541 hilbijêrên ji derve hatibûn veguhestin şaredarî xesp kir. Çalakiyên Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê ya ji bo nûkirina hilbijartinê didomin.

Çalakiya rûniştinê ya li ber deriyê avahiya DEM Partiyê hatiye destpêkirin di roja 3’yemîn de didome. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Zekî Îrmez û Newroz Uysal, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên meclîsên şaredariyên navçeyên Silopiya, Cizîr û Hezexê yên DEM Partiyê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Li Şirnexê wê dîroka hilbijartinên 31’ê Adarê wiha bên nivîsandin. Desthilata AKP’ê vîna gelê Şirnexê bi leşker û polîsên xwe xesp kir, ev hilbijartin hate dizîn, ne rewa ye. Belgeya hilbijartinên 31’ê Adarê ji aliyê Şirnexê ve dê wiha derbasî dîrokê be.”

Hatîmogûllari da zanîn ku dema ew ji bo xebatan hatin Şirnexê zexta leşker û polîsan dîtine û got: “Me mudaxileya wan a raste rast li hilbijartinê dît, her wiha em dizanin ku di raporên partiya me de tam li 32 navendên ku me şaredarî bi dest xistine leşker û polîs hatine veguhestin. Lê me weke ya Şirnexê nedît. Vê desthilatê hema bêje Şirnex kiriye qereqola ser vekirî. Li Şirnexê di roja hilbijartinê de ji du welatiyan yek leşker û polîs bûn. Binêrin ez dixwazim nîşeyeke di destê xwe de bi we re parve bikim. Li Dibistana Seretayî ya Sergeneral a Omer Keçecîgîl tenê leşkeran deng dane. 5 hezar û 940 hilbijêr. 5 hezar û 940 zilam. Malbatên wan ne li vir in, li tu avahiyan na rûnin. Lê van tenê li dibistanekê deng dane û ji wê dibistanê AKP derxistine. Kekê me yê Şirnexî yê got ku ‘biaxive tu ji ku derê yî’ wêneyê hilbijartinên ku pêkanînên antîdemokratîk pêk hatine xêz kir. Li Şirnexê leşker û polîsan hilbijartin dizîne.”

Hatîmogûllari got ku şaredarê niha li Şirnexê mazbata xwe wergirtiye ne şaredar e û wiha berdewam kir: “Ev hilbijartin ne rewa ye. Em ji vir bang li vî şaredarê ku difikire bi diziyê dê rêveberiyê wergire, bi diziyê gelê Şirnexê bi rê ve bibe, li ber çavan digire ku bi awayekî birûmet li kolanên Şirnexê bigere demildest îstîfa bike. Gelê Şirnexê te naxwaze. Tu weke şaredarê diz derbasî qeydan bûyî. Kesên qet li Şirnexê nemane, rêya Şirnexê nezanin, sibeya hilbijartinê bi otobusan veguhestin Şirnexê û vîna gelê Şirnexê xespkirin. Ne tenê Şirnex, Qileban û Elkê jî bi heman awayî ne. Em van hilbijartinan weke nerewa dibînin. Em van hilbijartinan weke hatine dizîn îlan dikin. Em şarêdarên Elkê, Qileban û Şirnexê weke diz îlan dikin.”

Hatîmogûllari wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewl dan dengê me li her derê bidizin. Binêrin YSK’a ku li Bedlîsê îtîrazên me qebûl nekirin, niha dê têkildarî Şirnexê mijarê binirxîne. Em ji vir banga xwe dubara dikin. YSK dest ji alîkariya AKP’ê berde. Îro nexşeya siyasî ya Tirkiyeyê hatiye guhertin. Nexşeyeke ku êdî AKP nikare li gorî serê xwe tevbigere derketiye holê.  Hûn neçarin li vê nexşeyê binêrin û 3-5 salên pêş bifikirin. Îro ji xwe YSK’ê baweriya xwe winda kiriye. Lê em ji vê saetê şunda bang li YSK’ê dikin ku peywîra xwe ya esil pêk bîne. Peywîra te ne parastina AKP’ê û dizên desthilatê ne. Peywîra te parastina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Parastina mafê bijartin û hilbijartinê ya welatiyan e. Peywîra te parastina mafê şirnexiyan, qilebaniyan, elkêyiyan, bedlîsiyan û herkesê parastine. Û em we vedixwînin ku hûn vê peywîrê bi cih bînin. Heke YSK vê peywîra xwe bi cih neîne, ew jî dê weke desthilatê biçe sergoyê dîrokê.

Desthilata AKP’ê û Erdogan derketin gotin ku em ê rêzê ji encamên sindoqan re bigirin. Lê bi cih neaîna îtîrazên me nîşan da ku ev axaftina xwe bi cih neanî. Me weke DEM Partiyê îtîraz kirin lê îtîrazên me nehatin qebûlkirin. Lê AKP’ê û MHP’ê li ku îtîraz kiribe YSK’ê ew qebûlkirin. Em ji vir careke din bang li Erdogan dikin, li pişt axaftina xwe ya li şaneşînê bisekine. Divê tu pêdiviya van gotinên xwe û encamên hilbijartinan pêk bînî.”

Hatîmogûllari ya got ku “Ya gel ji gel re bihêlin” axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hûn nikarin zêdetirî 10 hezaran leşker û polîsên we ji derve anîne vîna gelê Şirnexê xesp bikin. Em ê têkildarî vê yek bi yek sindoq bi sindoq raporê bigirin ku leşker û polîsan li ku deng dayîne û bi Ewropayê re parve bikin. Em ê bi hemû sefirtiyan re parve bikin. Dinya hemû dê bizane ku AKP’ê tevî vê hezîmetê jî diziyên xwe didomîne. Dê hemû Ewropa vê bizane. Hemû cîhan dê vê bizane. Têkoşîna me li vir naqede. Têkoşîna Şirnexê bi Şirnexê re bisînor namîne. Li vir gelê me yê hêja dê xwedî derketina vîna xwe bidomîne. Em jî dê li Enqereyê, li her çar aliyên Tirkiyeyê û Cîhanê mafên xwe bigerin û teşhîrkirina AKP’ê bidomînin. Ya gel dê weke ya gel bimîne. Hêza kesê têra vîna gel nake. Tu pir şaşî AKP. Te tayînkirinên qeyûman gelek ceriband. Binêrin zêdetirî cihên ku we qeyûm tayînkirin me bi destxistin. Ev tê wê wateyê ku vîna gel li vir heye. Em ê careke din nîşanî we bidin. Em ê bi hêztir nîşanî we bidin. Ez ji vir careke din dibêjim ku em ê li cem gelê Şirnexê bin, vê hevgirtinê biparêzin û vê têkoşînê bidomînin. Em ê pêşiyê li dizan bigirin. Divê diz demildest îstîfa bikin.”

Hatîmogûllari, piştî çalakiya rûniştinê serdana esnafan kir. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Zekî Îrmez, Newroz Ûysal Aslan û gelek welatî tevlî serdanê bûn. 

Girseya ku serdana esnafanê li ser Cadeya Yenî Çarşi ya li Taxa Gazî Paşayê kir, her tim dirûşmeyên “Em şaredarê diz naxwazin”, “Diz Yarka” û “Şirnex ya me ye” berz kirin. Ciwanên ku “Sirûda Rojava” li gorî Şirnexê vegotin, wiha gotin: “Em ê bi berxwedanê serbikevin.”

Hatîmogûllari ya di serdana dikandaran de axivî, diyar kir ku AKP’ê bi dengên leşker û polîsan vîna gelê Şirnexê xesp kiriye û ew vê xespê qebûl nakin. Hatimoğulları da zanîn ku ew ê dizan ji raya giştî re eşkere bikin û diyar kir ku ew ê têkoşînê bidomînin.