Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Gel li Curnê Reş û Xelfetiyê mazbata daye

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar nerazîbûn nîşanî biryara jinûve lidarxistina hilbijartinên li Curnê Reş û Xelfetiyê da û got: “Gel malbata daye.”

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Di hilbijartinên 31’ê Adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredariyên navçeyên Curnê Reş û Xelfetiyê yên Rihayê bi dest xist. Li ser îtîraza AKP’ê, Lijneya Hilbijartinê ya Bajar biryar da ku hilbijartinên li her du navçeyan bên dubarekirin. Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê biryara lijneyê li pêşiya Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliye ya Rihayê protesto kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz, Sînan Çîftyurek, Vezîr Parlak, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Rihayê û gelek kes tevlî bûn.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar têkildarî biryara jinûvelidarxistina hillbijartinan axivî. Ûçar, wiha got; “Di hilbijartinê gel bi ser ketin û AKP û dewleta kûr jî têk çûn. Divê îktîdar dev ji êrişên li dijî destkeftiyên gelê kurd berde. Erdogan digot dê rêzê ji bo îradeya gel bigire lê wisa nekir. Xwestin bi rêya hilbijêrên sexte hilbijartinê bidizin. Lê gelê kurd bersiva pêwîst da van komployan. Ji bilî qebûlkirina bersiva gel, tu rêyên din nînin.”

Di berdewamê de Ûçar anî ziman ku encamên li Şirnex, Bedlîs û Qersê rewa nînin û wiha domand: “Dibêjin qey bi rêya hilbijêrên veguhestî bi ser ketine. Lê ne wisa ye. Tenê îtîrazên AKP’ê tên qebûlkirin. Gelan li Curnê Reş û Xelfetiyê bersiv da tecrîda dixwazin kûrtir bikin. Encamên sindoqan ne tenê ji bo îktîdarê, ji bo hemû rêxistinên demokratîk ên girseyî û muxalefetê jî bersiveke. Hemû kesî tiştên li Wanê qewimîn dît. Gel li dijî neheqiyê derket. Tevahiya mekanîzmayên dewletê li kolanên Wanê li dijî îradeya gel têk çûn. Em ê heman tiştî li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bikin.”

Ûçar, bi bîr xist ku pusulayên dengan ên li Curnê Reş ji hêla biraziyê namzetê AKP’ê Alî Aslan Bayik ê bi navê Mûstafa Bayik ve hatine şewitandin. Ûçar, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dîmenên van hene. Em bi ferqekî weke 906 dengan bi ser ketin. Lê li ser îtîraza AKP’ê biryar hat dayîn ku hilbijartin jinûve were lidarxistin. Hîleyên li Xelfetiyê hêj ji saetên zû yên serê sibehê ve destpê kirin. Dadgerê hilbijartinê ev tespît kir lê biryara nûkirinê hate dayîn. Xelk xwedî li vîna xwe derket lê ferman ji cihên cuda hatin. AKP têk çû. Lê AKP’ê ji xwe re ders negirtine û di nava hewldanên xespkirinê de ye. AKP’ê winda kir û ji vir û şûnde îhtîmala qezenckirina wan nema ye. Gelê me nîşan da bê ka îktîdareke zilmê dike çawa li ser sindoqê dikare were têkbirin. Ji bo vê spasiya gel dikim.

Mazbataya hevşaredarên me gelê me da. Mazbataya AKP bide, mazbataya diziyê ye. Banga me ji bo tevahiya muxalefeta Curnê Reş û Xelfetiyê ev e; em li Wanê bi ser ketin û dê li Xelfetî, Curnê Reş, Şirnex, Bedlîs û Qersê jî bi ser kevin. Ev der bajarên kurdan e. Em banga piştevaniyê li rêxistinên girseyî yên demokratîk dikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî îradeya gelê kurd" û "Em ê bi berxwedan bi  ser kevin” bi dawî bû.

Dê şande biçe serdana Curnê Reş û Xelfetiyê.