YSK’ê biryara li Kerboranê jinûve hejmartina dengan betal kir
Li Kerboranê li ser îtîraza AKP’ê biryar hatibû dayîn ku deng jinûve bên hejmartin. Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ev biryar betal kir.
Li Kerboranê li ser îtîraza AKP’ê biryar hatibû dayîn ku deng jinûve bên hejmartin. Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ev biryar betal kir.
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê li ser îtîraza AKP’ê biryar hatibû dayîn ku deng jinûve bên hejmartin.
Li ser vê biryara Desteya Hilbijartinê ya Bajêr, Partıya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îtîrazê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kiribû.
YSK’ê anî ziman ku li Kerboranê encamên heyî derbasdar in û biryara Desteya Hilbijartinê ya Bajêr a têkildarî jinûve hejmartina dengan, rakir.