Bakirhan: Li Wanê berxwedan û piştevanî bi ser ket

Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku li Wanê berxwedan û piştevanî bi ser ket û got, "Ji bo xwedîderketina li berxwedana Wanê tifaqa 86 milyon mirovî hebû. Bi heman berxwedan û piştevaniyê em ê nehêlin bajarên bin bêne desteserkirin."

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Namzetê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) yê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinên xwecihî de bi rêjeyeke bilind a dengan bi ser ket. Hewldana desthilatdarî û dadgeriyê ya ji bo desteserkirina mazbataya Abdullah Zeydan li bin guhê serhildana gelê Kurd ket. Weke mînaka Hatîp Dîcle, di hilbijartinên Wanê de jî gelê Kurd li dijî desteserkirina îradeyê rabû ser piyan û bajar bi bajar, kolan bi kolan li ber xwe da û kûmpas beralî kir. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku li Wanê têkoşîn û piştevanî bi ser ket. Bakirhan anî ziman ku ji bo Bedlîs, Şirnex, Qers û bajarên din ên Kurdistanê yên ku şaredarî hatine desteserkirin, têkoşîna wan wê dewam bike.

Tûncer Bakirhan anî ziman ku gelê Kurd bi berxwedana li dijî hewldana desteserkirina îradeya xelkê Wanê hem bersiv da mejiyê qeyûm hem jî destnîşan kir ku wê lîstikên ji niha û pê ve bêne lîstik têk bibe. Bakirhan anî ziman ku xwedîderketina raya giştî û gelên Tirkiyeyê li gelê Wanê girîng bû û diyar kir ku ev piştevanî mînakek ji nerazîbûna li hemberî neheqî û bêhiqûqiya bê ikrine. Bakirhan ragihand ku piştî sala 1980'î yekemcar di têkoşîna lêgerîna li maf de gelan, baweriyan û partiyên siyasî tifaqek ava kirin û got, "Di mijara xwedîderketina li berxwedana li Wanê de tifaqa 86 milyon mirovî hebû. Belê gelê Kurd li ber xwe da, lê raya giştî ya derve jî bi rengekî cidî xwedî lê derket. Berxwedan, têkoşîn û piştevanî bi ser ket. Ev yek bû hêvî, bi şênberî nîşan da ku dma bi hev re tevbigere wê bi ser bikeve. Dema bê eger heman tifaq dewam bike û heman helwest bê nîşandan wê rojên xweş bên. Mînaka Wanê nîşan da ku qonaxeke nû hatiye derbaskirin."

'TÊKOŞÎN Û ÎTIRAZÊN ME DEWAM DIKIN'

Bakirhan destnîşan kir ku têkoşîn dewam dike û got, li hemberî hewldana desteserkirina îradeya Bedlîs û Şirnexê ya bi hilbijêrên sexte yên leşker û polîsan, gelê Kurd li ser piyan e. Bakirhan got, "Têkoşîn û îtirazên me dewam dikin" û bi bîr xist ku niha li van her sê bajaran gel li ser piyan e. Bakirhan got, "Li Bedlîsê 2 hezar dengên me nederbasdar hatin hesibandin. Li Curnê Reş, Xelfetiyê hilbijartin hatin betalkirin. Têkildarî van bajaran em dixebitin. Bi berxwedan û piştevaniyê em ê desteserkirina îradeyê ya li van bajaran têk bibin."

'EM KETIN PÊVAJOYEKE WELÊ KU GEL RÊ LI BER SIYASETÊ DIXE'

Bakirhan destnîşan kir ku encamên hilbijartinên xwecihî nîşaneya destpêka hilweşîna AKP'ê ye û got, "Bindest, karker, kedkar êdî naxwazin bi vî rengî bijîn. Di va hilbijartinên xwecihî de îradeya xwe nîşan dan û peyama wê yekê dan ku bi siyaset û muxalefeteke baş Tirkiye dikare demokratîk bibe. Lema serketina di vê hilbijartinê de ya partiyan e, lê serketina gel e. Li ber rêveçûna heyî rabû û nîşan da ku başiyê dikarin bi hev re biafirînin. Bi dîtina min divê her kes para xwe ji vê yekê werbigire. Em ketin pêvajoyeke welê ku gel rê li ber siyasetê dixe."